Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu bi Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin kir.

Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Benyamîn Netanyahu bi Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê  Rûsyayê Vladimir Putin re li ser telefonê hevdîtin kiriye.  

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Lîderan, ji bo xweparastina Îsraîlê ya li dijî hewldana tunekirinê ya Îranê rêz nîşandan. Serokwezîr dê di rojên pêş de jî bi wan re di nava pêwendiyan de be.” 

Her wiha hate gotin ku Netanyahu ji şevê din heta niha bi Şansolyeyê Elmanyayê Friedrich Merz, bi Serokwekzîrê Hindistanê Narendra Modî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kiriye.