'Şer dikim ji bo şer raweste'

Çekdar Kobanê ku bi 350 kîlometreyî dûrî mala xwe şerê DAÎŞ'ê dike, dibêje, "Di nava 4 salan de min rojekê jî ji şer hez nekir. Lê belê ez şer dikim ji bo şer raweste."

Çekdar Kobanê şervanekî YPG'ê ye, ev bû 4 sal bê navber şerê DAÎŞ'ê dike. Ew bi xwe ji bajarê Kobanê ye. Dema ku DAÎŞ'ê Hezîrana 2015'an êrîşî Kobanê kir û di berbanga sibehê de zêdeyî 300 jin, zarok, kal, pîr kuştin, Çekdar hingî 17 salî bû.  Çekdar dibêje, "Min wê demê biryar da xwe ku bibim şervanek û heta DAÎŞ'iyek tenê jî bimîne, li dijî wan şer bikim."

DAÎŞ niha li qadeke teng a ji 3 kîlometreçaroşeyî astê maye. Her kes zane ku êdî dawî li DAÎŞ'ê hatiye. Çekdar Kobanê di şerê tinekirina DAÎŞ'ê de li gelek bajaran şer kiriye. Li Minbic, Reqa, Tebqa, Girê Spî û herî dawî jî Dêra Zor û gundê Baxozê.

Çekdar 4 caran birîndar bûye. Li ser birîndariya xwe jî dibêje, "Her cara ku ez birîndar dibûm, min digot 'gelo berî DAÎŞ biqede ez ê şehîd bibim?'. Lê nebû û xuya ye min soza xwe pêk anî. Niha dawî li DAÎŞ'ê tê."

Şervanê YPG'ê Çekdar Kobanê wiha dewam dike: "Qet rojekê nefikirîm ku weke sivîlekî bijîm. Bêguman xeyalên min jî hebûn ku xwendina xwe biqeedînim û jiyaneke aram bijîm. Lê belê xizmên min kuştin, bajarê min dagir kirin, lewma min nekarîbû jiyaneke normal bijîm. Min jî xeta şervaniyê ji xwe re pejirand."

Çekdar Kobanê dibêje, di navbera wan û çeteyên DAÎŞ'ê de 300 metre hene, ew çeteyan her roj dibînin, lê belê ji ber ku zarok û jin li derdora wan e, nikarin bi hêsanî dest li wan werdin.

Çekdar Kobanê ku bi 350 kîlometreyî dûrî mala xwe şerê DAÎŞ'ê dike, dibêje, "Di nava 4 salan de min rojekê jî ji şer hez nekir. Lê belê ez şer dikim ji bo şer raweste."