BI DÎMEN

Li Bielefeldê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî qadên gerîla hatin protestokirin

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibin, li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê bi mitîngekî hate protestokirin. Di çalakiyê de bangên aştî û civaka demokratîk derketin pêş.

Êrîşên dewleta Tirk a li ser gerîlayên HPG’ê ku piştî banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo, agirbestê ragihandin, li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê hatin protestokirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya rojên derbasbûyî de diyarkiribû ku artêşa Tirk bi bikaranîna gazên kîmyewî, çekên giran û teknolojiya şer a pêşketî, êrîşên xwe yên li ser qadên gerîla zêde kiriye. Li dijî êrîşên artêşa Tirk li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bielefeldê çalakî hate lidarxistin û gelek Kurdistanî û piştevan tevlî bûn.

Girseya ku di saet 18:00’an de li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî li hev civiyan, bi hilgirtina al û flamayan nerazîbûnên xwe anîn ser ziman. Di axaftinên mitîngê de bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.

Di çalakiyê de li ser navê NAV-YEK’ê Sosin Kartal axivî û bi bîr xist ku polîtîkaya înkarê ya li dijî Kurdan xwedî dîrokekî 100 salî ye û wiha got: “Em ji bo aştiyê gav diavêjin. Em naxwazin xwîn bên rijandin. Rêbertiya me pêvajoyeke di vê aliyê de da destpêkirin, hemû cîhan vê dît û qebûl kir. Lê dewleta Tirk vê gavê ji nedîtî ve tê û berovajî êrîşên xwe zêde dike. Kurd êdî ne Kurdên berê ne, wekî Lozanê nayên xapandin. Pêşiya Tirkan me di van xakan de jiyan dikir. Eger qala aştî û xwişk-biratiyê dikin, bila gavê biavêjin. Bombe li ser me dibarînin, em vê qebûl nakin. Bila dev ji faşîzma xwe berdin, em tenê dixwazin bi awayekî mirovî jiyan bikin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bielefeldê jî Hasan Ozden axivî û diyar kir ku êrîş sabotaja pêvajoya aştiyê ye û wiha got: “Ji 27’ê Sibatê ve Rêbertiya me pêvajoyeke nû da destpêkirin. Gerîla jî girêdayî vê agirbestê ragihand. Em êdî naxwazin kes bimire. Di kongreya dawî ya PKK’ê de ji  bo çareserî û aştiyê biryar hatin girtin. Lê derdorên ku ji şer sûdê werdigrin, naxwazin ev pêvajo dewam bike. Divê gelên Tirk û Kurd aştiyê bi hev re ava bikin. Eger gavên destûra bingehîn neyên avêtin bila ji me hêvî nekin ku em çekê berdin. Di van şert û mercan de me neçarî çekê dikin.”

Mitîng piştî axaftinan bi banga tevlîbûna li Mihrîcana Jinan ya Zîlan bi dawî bû. Çalakvanan li ber dirûşmeyan daxwazên xwe yên aştiyê careke din anîn ser ziman.