Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Şer li Baxozê giran e: QSD bi 2 km² bi pêş ve çû

Şervanên QSD'ê di çarçoveya operasyona dawî ya dijî çeteyên DAÎŞ'ê de li herêma Baxozê bi 2 kîlometre çargoşe bi pêş ve çûn.

Li herêma Baxozê ya li başûrê rojhilat ê Hecîn, di çarçoveya operasyona dawî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji doh bi şev ve şerekî giran diqewime.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, şervanên QSD'ê bi 2 kîlometre çargoşeyan bi pêş ve çûn û operasyonên xwe didomînin.

Fermandarên QSD'ê yên li qada operasyonê ji nûçegihanê ANF'ê yê li herêmê re ragihandin ku tenê qadeke ji 3 kîlometreyî di destê çeteyên DAÎŞ'ê de maye.

Şerê li herêmê bi dijwarî dewam dike.

Piştî ku 20 hezar sivîlên li herêmê ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) doh ragihand ku ew dest bi operasyona dawî ya ji bo qedandina DAÎŞ'ê dikin.