Cenazeyê şervanê QSD’ê Tiwêriş hate veşartin

Welatiyên Tebqa, Cerniyê û Mensûra bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Tiwêriş (Hemkê) li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Tebqa, Cerniyê û Mensûrayê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Tiwêriş (Hemkê) ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Tebqayê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPJ/QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Emîna Abdullrezaq û ji fermandarên QSD’ê Omîd Gabar axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin; “Bi saya şehîdan herêm ji çeteyan tê rizgar kirin.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê QSD’ê Tiwêriş li goristanê veşartin.