80 ji sedê gundê Baxozê hate azadkirin

Yek ji fermandarê QSD’ê Adil Cûdî diyar kir ku 80 ji sedê gundê Baxoza Jorîn ji çeteyan hatiye rizgarkirin.

Yek ji fermandarê QSD’ê Adil Cûdî ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku 80 ji zedê gundê Baxoza Jorîn hatiye azadkirin. Cûdî diyar kir ku di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de tenê çend metre mesafe maye.

Cûdî diyar kir ku çete sivîlan ji xwe re dikin mertal û şervanên QSD’ê ji bo ewlehiya sivîlan bi baldarî bi pêş ve diçin. Cûdî bal kişand ser vî tiştî ku çeteyên dora wan hatine girtin, êrîşên xwekuj pêk tînin.

Cûdi diyar kir heta ku çete biqedin û sivîl werin rizgarkirin, ew ê pêngava wan bidome.