Cenazeyê 5 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hatin veşartin

Welatiyên Şedadê û gundewarên wê bi merasîmekê cenazeyê 5 şehîdên ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ li goristana şehîdan a Şedadê veşartin.

Welatiyan cenazeyên şehîdên QSD`ê Yasir El-Hemûd (Aras Hesekê), Basim Ehmed (Hogir), Ziyab El-Selamê (Dêrî), Ebdulhemadî (Hisên El-Dêrî), Elî El-Elawî (Elî Şedadê) û Isam El-Selamê (Mihemed Şedadê) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweprastinê û YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên YPG’ê Demhat Hesekê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got; “Bi saya lehengiya şehîdan herêm ji çeteyan hate rizgarkirin û dawiya DAÎŞ’ê nêz e.”

Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Seher Ebdellah axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Em çi qas bikin, em mafê şehîdan nikarin bidin, wan canê xwe ji bo azadî û rûmetê kir xelat."

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.