ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şehîd Dilovan bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Taybet yê Meclîsa Leşkerî ya Mnbicê Îhab Hemed Abdullah bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajêr veşartin. -
Di navbera Meclîsa Leşkerî ya Babê û çeteyên Tirk de şer derket
Li rojhilatê Babê di navbera Meclîsa Leşkerî ya Bab û çeteyên dewleta Tirk de şer heye. -
Di topbarana li dijî gundê Soxankê yê Şêrawa de 4 sivîl birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundê Soxankê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin û di encamê de 4 sivîl birîndar bûn. -
Li Serêkaniyê ji ber teqîna mayînekê zarokek birîndar bû
Li gundê Xirbet Benat a Serêkaniyê ji ber teqîna mayîneke çeteyên DAÎŞ’ê ku berê çandibû, zarokek 16 salî birîndar bûye. -
Şervanên QSD’ê bi sedan sivîlên din rizgar kirin
Sivîlên ku çeteyên DAÎŞ’ê weke mertalên zindî bikar tînin ji aliyê şervanên QSD’ê ve tên rizgarkirin. -
Roja yekem a Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi dawî bû
Rûniştina roja yekem a Duyemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a li Kobanê hate kirin bi dawî bû. -
Yûsif: Ya ku dawî li DAÎŞ’ê anî îtifaqa gelên herêmê ye
Foza Yûsif a tevlî 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a li Kobanê bû got: “Eger ku îro dawiya çeteyên DAÎŞ’ê hatiye, ev encama îtifaqa gelên li herêmê ye.” -
HRE: Li Efrînê leşkerek û 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên wan ên li Efrînê de leşkerek û 3 çete hatine kuştin. -
Ciwanên Rojhilata Navîn li Kobanê têkoşîna hevpar nîqaş dikin
Bi sedan ciwan li Kobanê di Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a 2’emîn de hatin ba hev û têkoşîna hevpar nîqaş dikin. -
2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn dest pê kir
2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi şiyara "Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pir reng û demokratîk" li Kobanê dest pê kir. -
Şervanên QSD'ê bi dehan sivîl ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin
Çeteyên DAÎŞ'ê li qadeke biçûk a gundê Baxozê yê Dêra Zorê asê mane. Çeteyên ku dixwazin ji şervanên QSD'ê birevin, sivîlan ji xwe re dikin mertal. -
QSD’ê komeke din a sivîlan ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) komeke din sivîl li herêma ku çeteyên DAÎŞ’ê lê tengav bûne rizgar kir û li herêmên bi ewle bi cih kir. -
Rûkeniya mirovahiyê!
Em niha dibînin ku keleha dawî ya nebaşiyê hildiweşe. Alaya dawî ya reş û tarî tê daxistin. Mirovahî mayînde ye, zordarî jî ne exlaqî ye. -
PDK’ê beşdarvanên ji bo Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn asteng kir
PDK’ê destûr neda ku heyeta ji Başûrê Kurdistanê beşdarî Konferana Ciwanên Rojhilata Navîn a li Kantona Kobanê ya Rojava were lidarxistin. -
HRE: Li Efrîn û Ezazê li dagirkeran hate xistin
Hêzên Rizgariya Efrînê, li navçeyên Bilbil û Cindirêsê yên Efrînê û li gundê Kil Cibrîn ê Ezazê li dijî çeteyên dagirker çalakî pêk anîn. -
Li Îdlibê rêze teqîn: Herî kêm 15 kes mirin-NÛ BÛ
Li Îdlibê ya ku di bin kontrola çeteyên dewleta Tirkiyeyê de ye du teqîn çêbûn û herî kêm 15 kes mirin. -
Li Şehbayê ji bo 19 şehîdên Efrînê merasîm hate lidarxistin
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê li Kampa Berxwedan a Şehbayê ji bo 19 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ merasîmek hate lidarxistin. -
YPG’ê nasnameya 17 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 17 şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê eşkere kir. -
Baxoz wê di nava çend rojan de ji DAÎŞ'ê bê rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, Baxoz wê di nava çend rojan de bi temamî ji DAÎŞ'ê bê rizgarkirin. -
Li Efrînê du teqîn çê bûn
Li navçeyên Şera û Cindirêsê yên Efrînê du teqîn pêk hatin. -
Cenazeyê 6 şervanên QSD’ê bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Welatiyên herêma Tebqa û El-Keramê cenazeyê 6 şervanên QSD’ê ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbûn, bi merasîman li Tebqa û Reqayê veşartin. -
Li Hesekê cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên Til Temirê cenazeyên şervanê YPG’ê Elî El-Ehmed (Abdullah Temir) û şervanê QSD’ê Mihemed Emîn Ebdulqadir (Egîd Til Temir) bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Temirê veşartin. -
Şehîdên Erka Xweparastinê bi merasîmekê hatin veşartin
Şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemet Nayîf El-Hemed, Ehmed Casim El-Hisên û Fûad Hirêş ên di Pêngav Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Şehîdgeha Şehîd Hanî El-Hesen bi merasîmekê hatin veşartin. -
Şehîdê Bagera Cizîrê bi merasîmekê hatin veşartin
Li bajarê Hesekê bi tevlîbûna gel û merasîmekê cenazeyên 5 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bibûn li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê hatin veşartin. -
YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên 13-14’ê Sibatê şehîd bibûn eşkere kir.