Zarokên Efrînê yên li kampan bi hêviya serketinê ne

Ji ber şer û koçberiyê bandorekî mezin li xelkê Efrînê bi taybet zarokên ku ji ber şer û dagirkeriyê neçarî koçî herêma Şehbayê bûne kiriye. Ev hemû kiriye ku di aliyê derûnî de zarok bandor bibin.

Her tim rastî bi êş in, lê ew êş nagihêje êş û nalîna zarokên Efrînê yên ji ber dagikerî û qirkirinê neçarî koberiyê bûne û li nava konên li kampên Şehbayê ku ne ji serma û ne jî germayê diparêzin, dijîn e.

Li nava kampên Şehbayê ku bi hezaran welatiyên Efrîn û derdorî wê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê sitirîne, jiyan gelek zehmet û tevizî ye. Dema em li nava kampê digeriyan, vegotin û pênasekirina jiyana vir nayê ziman.

PÊŞEROJA ZAROKAN, WINDA Û BELAV BÛYE

Bi qasî çavê mirov dibîne kon li pey hev hatine danîn û mîna parçeyek ne ji vê cîhanê dixuyê ye. Li nava van konan zarokên Efrînê yên ji ber qirkirin, tank û topan filitîne bi neçarî koçber bûne dijîn.

Piştî êrîşên 20’ê Çileya 2017’an a artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û şûnde lîstik, kêfxweşî, hêvî, coş û xwendina zarokên Efrînê nîvço mane.

PERWERDEYA ZAROKA LI KAMPA BERXWEDAN

Rêveberiya dibistana Kempa Berxwedan Mamoste Dijwar Ibrahîm li ser rewşa dibistanê axivî û got: “Li nava Kampa Berxwedan perwerdehî tê dayîn. Hejmara xwendekarên seretayî nêzî 500 û hejmara xwendekarên navîn û amadeyî jî li gorî mercên penaberiyê pir zêde ne. Li gel fêrbûna zimanê Kurdî zimanê Erebî û Îngilîzî jî tê dayîn.”

‘DAXWAZ Û HÊVIYÊN WAN VEGERA EFRÎNÊ YE’

Ibrahîm anî ziman li gorî mercên giran ên penaberiyê jî serketin jî heye. Mamoste Ibrahîm bal kişand ser daxwazên xwendekaran û wiha pêde çû: “Daxwaz û hêviyên xwendekaran vegera Efrînê ye. Daxwaz dikin ji bo vegerê qêrîna wan bên bihîstin û xwendinên xwe li warê xwe bidomînin.”

Li nava Kampa Berxwedan 1750 kes dijîn, ji van 800 zarok in ku temenê wan di navbera 1-15 salî de ne. Mercên jiyana konan pir zehemt in, zivistanê tim şilî ye û havînê jî rêjeya pileya germê pir zêde ye. Ji ber vê yekê jî ev merc nexweşiyên cûr be cûr bi xwe re tîne.

Ev hemû rewşên jiyanî yên derveyî daxwazên mirov herî zêde bandorê li zarokan dike. Ev jî kiriye di warê derûnî de bandorekî zêde li ser zarokan bike û kiriye. Li gel vê jî vîn û nerazîbûnên zarokan ên li dijî dagirkeriyê her tim bihêz in û bi biryardarî ne.

Wê bi rûkeniya zarokên Efrînê qeyd û zincîrên dagirkerî û şer werin şikandin.