YPG'ê bîlançoya meha Çileyê eşkere kir

YPG'ê bîlnaçoya şerê berxwedanê û operasyonên li dijî dagirker û terorîstan eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bîlançoya operasyonên meha Çileyê eşkere kir.

Di daxuyaniya YPG'ê de hate gotin, "Têkoşîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê û komên terorê dikin, bi biryardarî didomin. Bi taybetî, di operasyona 'Qedandina Terorê' de ya li Dêra Zorê ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, hêzên me bi erka pêşengiyê radibin. Yekîneyên me yên Antî-Terorê (Y.A.T.) û Tîmên me yên Taybet ên Operasyonê, li dijî êrîşên terorîst têkoşîneke xurt dikin, ji bo pêşî li hewldanên êrîşan bigirin operasyonên taybet li dijî hucreyên veşartî dikin. Di çarçoveya vê têkoşînê de Y.A.T. û Tîmên Taybet ên Operasyonê meha Çileyê li dijî terorê operasyonên serketî kirin, pêşî li gelek êrîşa girtin û hêzên terorîst têk birin.

BÎLANÇO

Bîlançoya meha Çileyê ya şerê berxwedanê û operasyonên hêzên me yên li dijî rêxistinên terorîst:

Hêzên me yên Y.A.T. û Tîmên Taybet ên Operasyonê li dijî DAÎŞ'ê, komên ser bi MÎT'ê û rêxistinên terorîst ên cuda operasyon kirin. Encamên giştî wiha ne:

Operasyon: 25

Terorîstên hatin girtin: 552

Êrîşên pêşî li wan hatin girtin: 8 (2 jê ji aliyê MÎT'ê ve hatin plankirin, 2 jê ji aliyê DAÎŞ'ê, 4 jî ji aliyê komên cuda yên terorê ve hatin plankirin)

Çek û alavên hatin desteserkirin: 6 debance, telefonek, laptopek, gelek belgeyên leşkerî û 7 mayin ( 2 mayin ên MÎT'ê, 3 yên DAÎŞ'ê û 2 jî yên komên cuda yên terorê)

Çalakiyên hatin lidarxistin: 8 (Di çalakiyan de terorîstek hate kuştin, 5 terorîst jî birîndar bûn)

Meha Çileyê, 6 hevalên me di Pêngava Bagera Cizîrê de li dijî DAÎŞ'ê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. 2 hevalên me ji ber qezayê, 2 hevalên me jî ji ber krîza dil şehîd bûn."