Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Mezlûm hate veşartin

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Hisên Şêxo (Bavê Mezlûm) bi merasîmekeê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Hisên Şêxo (Bavê Mezlûm) ku dema bi erka xwe radibû di encama qezayekê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Li gorisanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Hêzên Xweparastinê ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Fermandariya Desteya Hêzên Xweparastinê Gelhat Kobanê axivî û got; “Şehîd Bavê Mezlûm yek ji malbatên welatparêz ên kevin yê gundê Siftekê ye. Hevalên ku canê xwe fedayî gel û axa xwe kirin û şehîd bûn, ew tu carî nemirin û di dilê me de her hene. Em, Hêzên Xweparastinê soz didin şehîdên xwe ku em ê xeta têkoşîna wan dewam bikin".

Piştre ji rêveberiya TEV-DEM’ê Ebd El-Rehman El-Demîr axivî û got; “Şehîd Bavê Mezlûm xwedî kesayeteke şoreşger bû, tevî ku 3 zarokên xwe di nava Tevgera Azadiyê de ne, Bavê Mezlûm kesayeteke ku hêjayî rakirina navê şehadetê bû. Ji bo rizgarkirina gel vî welatî zarokên xwe diyarî welat kirin, îro jî bi saya wan şehîdan, DAÎŞ` û hevkarên wan di nefesên xwe yên dawî de li Dêra Zorê dikşîne.”

Keça şehîd Mezlûm, Zahîde Şêxo jî axivî û got; “Ez bi şehadeta bavê xwe serbilind im û bavê min kesekî welatparêz bû ji welatê xwe pir hez dikir û her tim rûhê şoşegerî dijiya ku îro şehîd bû û dev ji doza Kurd berneda.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê Bavê Mezlûm li goristanê veşartin.