ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Baxozê sivîlên dawî hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li gundê Baxozê sivîl û malbatên çete yên dawî tehliye kir û bi wesayîtan şand herêmên ewle. Komeke çete bi malbatên xwe ve yên ji Fransa, Bosna û welatên cuda yên Balkanan xwe radestî QSD’ê kirin. -
QSD’ê operasyona Baxozê ya dawîkirina DAÎŞ’ê destpê kir
Şervanên QSD’ê ragihandin ku hemû sivîlên li gundê Baxozê yê girêdayî bajarokê Hecînê rizgarkirin. QSD’ê diyar kir ku saet 18:00’an dest bi operasyona dawîkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya li Boxazê jî kirin. -
Li Efrîn û Babê 4 çeteyên Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên 27-28’ê Sibatê de yên li navçeyên Şera û Raco yên Efrîn û Babê ya li dijî çeteyên dagirker ên dewleta Tirk hatin, 4 çete hatine kuştin. -
Berdevka YPJ'ê: Em ê Efrînê jî weke Şengalê azad bikin!
Berdevka YPJ'ê Nesrîn Evdile, got, çend roj mane ku parçeyê dawî yê xaka di dest DAÎŞ'ê de were rizgarkirin. Evdile diyar kir, wan bi sedan jinên Êzîdî azad kirine û soz didin, ''Efrînê jî mîna Şengalê azad bikin''. -
Çeteyên DAÎŞ'ê yên teslîmî QSD'ê bûn
Pêngava Bagera Cizîrê ya şervanên QSD'ê ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ji bo paqijkirina Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê tê kirin, dewam dike. -
Ajokarên artêşa jinê
Di rêwîtiya nava şoreşa Rojava de em berê kameraya xwe vê carê didin ajokarên YPJ'ê yên li eniya têkoşînê û guh didin ajokarên artêşa jinê. -
Zarokek din ê Şengalê hate rizgarkirin
Zarokê bi navê Celîl Xelîl ê di êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an ya li Şengalê de dîl ketibû destê çeteyê DAÎŞ’ê û niha 15 salî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgarkirin. -
Li Baxozê nêzî 600 jin û zarok hatin rizgarkirin
Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya şervanên QSD’ê ya ji bo paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê dewam dike. Şervanan nêzî 600 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin -
Ji gora komî ya li Reqayê hate dîtin 20 cenazeyên din hatin derxistin
Tîmên girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê cenazeyên li nava gora komî ya li El Fexîxeyê hatibû dîtin derdixin. Pisporên tiba edlî radigihînin ku ji 3 hezaran zêdetir cenaze hene, heta niha 180 cenaze derxistine. -
Bi sedan çete xwe radest kirin
Li Baxozê bi sedan çete li gel malbatên xwe xwe radestî QSD’ê kirin. -
Berdevka Bagera Cizîrê: DAÎŞ li Sûriyeyê bi leşkerî qediya
Berdevka Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah, li ser pêngava Bagera Cizîrê û rola şervanên YPJ’ê ya di pêngavê de agahî da. -
HRE: Bi kêmanî 7 çete li Efrînê hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan a 23’ê Sibatê ya li navçeya Şêrewa, 24’ê Sibatê ya li navenda Efrîn û 25’ê Sibatê ya li navçeya Şerayê de bi kêmanî 7 çete hatine kuştin. -
QSD: Me 24 şervanên xwe yên dîl ketin destê DAÎŞ'ê rizgar kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, wan 24 şervanên xwe yên dîl ketibûn destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirine. -
Ji Hecînê 42 hezar penaber gihîştin Holê
Kapasîteya Kampa Holê 40 hezar e, lê nifûsa wê niha gihîştiye 51 hezarî. Rayedaran diyar kirin, bi Pêngava Bagera Cizîrê re nêzî 42 hezar penaber û 3500 malbatên çeteyan ji Hecînê gihîştine Kampa Holê û banga alîkariyê li saziyên navneteweyî kirin. -
Cenazeyê 3 şehîdan li Minbicê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên Ceyş El-Swar û xebatkarên Meclîsa Rêveber a Minbicê li Minbicê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Sivîl û çete ji Baxozê direvin
Çeteyên DAÎŞ'ê û sivîlên ku ji gundê Baxozê reviyan, bi rengekî girseyî xwe gihandin nuqteyên QSD'ê. Piştî ku tên kontrolkirin ber bi kampan ve tên şandin. -
Şervanên QSD'ê zêdeyî du hezar kesên din ji Baxozê derxistin
Çete û malbatên wan jî di nav de zêdeyî 2 hezar kesên din ji aliyê şervanên QSD'ê ve ji gundê Baxozê hatin derxistin. -
Rûyên wan wekî ewrên bêbaran tirş bûn
Pêşveçûna şervanên QSD’ê di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de didome. Şervanên QSD’ê rojane bi dehan sivîl rizgar kirin û her roj çete xwe radest dikin. -
Dewleta Tirk li Dirbêsiyê 4 sivîl qetil kirin
Hêzên dagirker ên Tirk li herêma ser sînor ê bajarê Dirbêsiyê yê Rojava malbatek gulebaran kir û 4 sivîl qetil kir. -
QSD’ê 2 hezar sivîlên din ji destê DAÎŞ’ê rizgar kir
QSD’ê nêzî 2 hezar sivîl û malbatên çeteyan derbasî qadên ewle kir. Hin çete jî teslîm bûn. -
'Bi ruhê Leylayan em ê komploya li ser Bakurê Sûriyeyê têk bibin'
Endama Rêveberiya PYD'ê ya Kobanê Eyşe Efendî bal kişand ser gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyeyê û diyar kir, wê bi ruhê Leyla Guven, Avesta û Barînan komploya li ser Bakurê Sûriyeyê têk bibin. -
Şervanên QSD’ê bi hezaran sivîl rizgarkirin- NÛ BÛ
Îro dîsan şervanên QSD’ê di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de nêzî bi hezaran sivîl ji nav lepên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir. -
Şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê 5 şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê ji aliyê bi sedan welatiyên bajarokê Bisêra û gundewarên Dêra Zorê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê. -
Dewlet û çeteyên Tirk a dagirker Tirba Şêx Hemîd xera kirin
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, li gundê Qestel Cîndo yê navçeya Şera ya Efrînê Tirba Şêx Hemîd ku ji bo Êzidiyan cihekî pîroz e, hilweşandin. -
Xezeba Zeytûnê: Li Şera 6 çete hatin kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand, li navçeya Şera ya Efrînê di çalakiyeke hêzên wan de 6 çete hatine kuştin.