YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe ku Adara 2018’an li Efrînê şehîd bûbû eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku 4’ê Adara 2018’an di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûbû, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 20’ê Çileya 2018’an li ser Efrînê êrîşên dagirkeriyê dabûn destpêkirin û li dijî van êrîşan şer û berxwedaneke bê hempa hat meşandin. Bi taybet ji roja destpêkê heya 18’ê Adarê li dijî êrîşên dijminên dagirker şervanên me di tevahî eniyên şer de berxwedanên bi heybet raber kirin. Artêşa Tirk a dagirker ya ku nekarîbû li hember berxwedana şervanên me xwe bigire, di serî de bi balafirên şer û her cûre çekên pêşketî bikar anîye. Yek ji wan êrîşên artêşa Tirk ya ku 4’ê Adarê li ser navçeya Racoyê bi balafirên şer êrîş kiriye ye. Di encama vê êrîşa hewayî de hevalê me Şerzan Botan şehîd bûbû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Şerzan Botan

Nav û Paşnav: Mehmet Kazici

Navê Dayikê: Kamîle

Navê Bav: Xelîl

Cih û Demêa Şehadetê: Efrîn / 4’ê Adara 2018'an

Em di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re dixwazin. Em soza domandina têkoşînê ya li ser xeta şehîdên nemir, heya em azadiya gelê xwe pêk tînin, dubare dikin.”