ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Şêrawa çalakiya sabotajê
Di çalakiya sabotajê de ya li Şêrawa ya Efrînê 3 çete bi giranî birîndar bûn. -
Hemdik: Heya sîstema Sûriyê demokratîk nebe, naguhere
Mehmûd Hemdik got, ''Siyaseta Sûriyê nayê guhartin heta ku siyaseteke demokratîk pêk bîne. Me dît ku hevpeymana Soçî û dewletên ku wê hevpeymanê bi rê ve dibin aloziya Sûriyê bi giştî çareser nake.'' -
Lavrov: Em bi Tirkiyeyê re operasyonên hevpar plan nakin
Wezîrê Karên Derve yê Rûyayê Sergey Lavrov anî ziman ku bi Tirkiyê re ti plansaziyên li ser xaka Sûriyeyê operasyonên hevpar pêk bînin tine. -
Akademiya şehîd Bêrîvan 2 dewreyên şervanên nû bi dawî kir
Akademiya şehîd Bêrîvan ya şervanê nû 2 dewreyên xwe yên bi navê şehîd Zelal Efrîn û şehîd Hebûn Qamişlo, ku ji pêkhateyên Kurd û Ereb pêk tên, li herêma Şedadê bi merasîmeke leşkerî bi dawî kir. -
Li depoya tupan a li kampa Holê teqînek pêk hat
Li depoya tupan a li kampa Holê ku li başûrê Hesekê ye teqînek pêk hat. 14 kes ji ber teqînê birîndar bûn. -
Şehîd Idlibî bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şêniyên Minbicê, şevanê Ceyş El-Siwar Abdullah El-Seyîd (Idlibî) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li Şehîdgeha Minbicê bi merasîmekê veşartin. -
Şehîdên Kobanê hatin veşartin
Gelê Kobanê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê û yê teqîna li gundê Kurpîngarê veşart. -
Hêzên Rizgariya Efrînê li çeteyên dewleta Tirk da
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku hêzên wan li derdora gundê Kil Cibrîn ê Ezazê li wesayîteke çeteyên dewleta Tirk dane û çeteyek hatiye kuştin û 4 çete jî birîndar bûne. -
Li gundê Birc Heyder ê Şêrawa teqînek pêk hat
Li gundê Birc Heyder ê Şêrawa ya bi ser Efrînê, teqînek pêk hat. -
Li Hesekê şehîdên Pêngava Bagera Cizirê hatin veşartin
Şervanên QSD’ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, li Hesekê hatin veşartin. -
'Şerê Pîroz'
"Ji bo herdû keçên min nefroşin çi dixwestin min dikir". Mihdiye Beşar jineke Êzîdî ye, bi girî ev gotin ji me re got in û çavên wê li herdû keçên wê bû ku yek 8 salî û ya din jî 6 salî ye. -
Li Baxoza Jorîn rizgarkirina sivîlan: Bi wêne
Şervanên QSD’ê yên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li gundê Baxoz ê Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têdikoşin bi hezaran sivîlên din jî rizgar kirin ku di nava wan de jin û zarok hene. -
‘Meclîsa Ciwanên Şoreşger ên Rojhilata Navîn’ hate avakirin-NÛ BÛ
Li Kobanê di 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn de ‘Meclîsa Ciwanên Şoreşger ên Rojhilata Navîn’ hate avakirin. -
Şervanên QSD’ê bi sedan sivîlên din jî rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li gundê Baxoz ê Dêra Zorê bi sedan sivîlên din jî rizgar kirin ku di nava wan de jin û zarok jî hene. -
Konferansa Ciwanan: Tecrîd li dijî gelên Rojhilata Navîn e
Delgeyeyên ku tevlî Konferansa 2'yan a Rojhilata Navîn Ciwanan a li Kobanê bûne li dijî tecrîda li ser Ocalan bi çar zimanan daxuyanî dan û gotin, ''Tecrîd di şexsê Ocalan de li dijî gelan tê kirin''. -
Li Baxozê hezar sivîlên din hatin rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundê Baxozê hezar sivîlên din rizgar kirin. -
Ciwanan li dijî faşîzmê banga yekîtiyê kirin
Konferansa ciwanan a Rojhilata Navîn ku rêxistinên ciwanan li Kobanê bi dirûşma ''Ber bi Rojhilata Navîn a pireng û demokratîk ve' cara duyan pêk tînin, bi kelecaniyeke mezin didome. -
Xezeba Zeytûnê: Li Cerablûsê 8 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand, di çalakiya doh de ya li ser pira Xendûra ya li Cerabûsê 4 çete û 4 kesên ji îstîxbarata Tirk hatine kuştin. -
Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 3'emîn de ye
2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn ku li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pêk tê, di roja 3'an de ye. -
‘Li Efrînê 25 dagirker hatin kuştin’
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku îro di teqîna Efrînê de 25 dagirker hatine kuştin û 36 dagirker birîndar bûye. -
Partiyên Kurdan aloziya li Sûriyeyê û yekîtiya neteweyî nîqaş kirin
Partiyên Kurdan îro hatin ba hev û aloziya li Sûriyeyê û yekîtiya neteweyî nîqaş kirin. Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. -
Li Cerablûsê 4 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin
Li herêma Xendûra ya Cerablûsê 4 leşkerên Tirk û 3 çeteyên Cephe El Şamiye hatin kuştin. -
Cenazeyên şehîd Fayiz Ebas û Hediya Xidir hate veşartin
Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên Çilaxa, Til Koçer û Girkê Legê cenazeyên şehîd Fayiz Ebas û Hediya Xidir li Goristana Şehîdan a Til Koçerê veşartin. -
Çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazorê 15 sivîl qetil kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê xebatkarên îstasyona petrolê ya El Omerê kirin hedef û di êrîşê de 15 sivîl hatin qetilkirin. -
Li Efrînê teqîneke mezin pêk hat
Li Efrînê li nêzî Nexweşxaneya Dêrsimê teqîneke mezin pêk hat. Hate diyarkirin ku dema çeteyên dewleta Tirk merasîm li dar xistine, ev teqîn pêk hatiye.