Parlamantera DEM Partiyê Ozgul Sakî ku tecrubeyên rêveberiya xweser û têkoşînên jinan ên li herêmên cuda ên cîhanê didomin ji nêz ve dişopîne, çavdêriyên xwe û têkoşîna aştiyê ya li Tirkiyeyê dewam dike, ji ANF’ê re nirxand.
Ozgul Sakî ji tecrubeyên cîhanê mînakan da û têkildarî dîtin û çavdêriyên xwe ev tişt gotin, “Li seranserê cîhanê di aliyê çareseriya pevçûnê û pêvajoyêên rêveberiya xweser de xwedî danehev û tecrubeyên zêde ne. Ev tecrube hemû nîşanî me didin ku nexşerêyekî tenê tşneye polîtîkayên çareseriyê, rêxistinbûn û rê û rêbazên cuda ên têkoşînê yên her demê bi xwe heye.
Weşanên Kolektîfa Lêkolînê ya DEMOS’ê ku li ser xebatên aştiyê lêkolînê dike û nimûneyên ji Tirkiye û cîhanê lêdikole, di vê wateyê de naverokên bi sûd pêşkêş dike.
Di heman demê de ‘Çareseriya Pevçûnê û Avakirina Aştiyê: Tecrubeyên Cîhanê’ ku Enstituya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA) amade kir, yek ji xebatên herî serwext ên di vê qadê de ye.
Di navbera 2017-2020’an de ji bo ku şahidî ji têkoşîna wê derê re bikim nêzî salek û nîv li Guatemala, Chiapas û Kolombiyayê mam. Ev yek hişt ku di mijara çareseriya pevçûnê û avakirina aştiyê de xwedî gelek fikran bim. Dema têkoşîna çekdarî ya Zaparista ku tevgerekî gerîla ne, li gorî Kolombiya û Tirkiyeyê gelek kêm dajo. Lê bi gotina ‘Otro Mundo es Posible’ (Jiyaneke Cuda Pêkan e) ji salên 2000’î ve di xaka xwe de jiyaneke civakî ava dikin û ev pir bandor li mirov dike.
Ez ewilî pir matmayî mam ku li erdnîgariyeke bi hezaran kîlometre dûr tevgera Zapatîsta Tevgere Azadiya Kurd ev qas ji nêz ve dişopîne. Dema ku min dît Zapatîst di pêvajoya pêşxistina şoreşa xwe û mezinkirina torên xwe yên piştevaniyê de pêwîstî dibînin ku îlhamê bigirin û di vê wateyê de di her firsendê de girîngiya Şoreşa Rojava a ji bo xwe diyar dikin, matmayîna min derbas bû.
‘DI PÊVAJOYÊN AŞTIYÊ DE DIVÊ TEVÎ HEMÛ PIRSGIRÊKAN JÎ ISRARKER BIN’
Li Kolombiyayê di navbera hikûmet û rêxistina gerîla FARC (Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê) de di encama pevçûna 52 salan û muzakereyên aştiyê ya 4 salan de Îlona 2026’an de peymana aştiyê hat îmzekirin. Pêvajoya aştiyê li ser 6 sernavan hat rêvebirin: Reforma xakê, tevlîbûna li siyasetê, çekberdan, çareseriya pirsgirêka hişbira neqanûnî, mafên qurbaniyan û pêkanîna peymana aştiyê.
Di ronahiya van tecrubeyan de dema pêvajoya 2013-2015’an de ku ji bo çareseriya wekhev û adilane ya meseleya Kurd muzakere hatin kirin û zext û tundiya giran a piştî wê pêvajoyê, dema hîna di bîra me de ye, aktorên siyasî û hevrêyên me yên têkoşînê yên wê demê bi dehan sal ceza girtin, zehmete ku em di carekî de pêdiviyên dema muzakereyê nû rave bikin ku li Tirkiyeyê di Cotmeha 2024’an li ser banga Devlet Bahçelî destpê bû. Rê û rêbazên teqez nîne lê pêwîst e ku rêgezên bingehîn werin diyarkirin.
Ez dixwazin li vir bibêjim aştî, muzakere û çareserî ne meseleyekî ku di nava çend mehan de werin çareserkirin û ya herî girîng ew e ku eger rêxistinbûnên me yên xweser xurt nebin wê destkeftiyên heyî dikarin werin girtin. Eger em bersiva pirsa ‘Divê li Tirkiyeyê çi bikin’ bidin, divê aştiyê tenê nehêlin însîyatîfa desthilatdariyê û bi lez rêxistinbûnên xwe yên ku hemû beşên civakê bikaribin tevlî pêvajoyê bibin ava bikin. Weke ku li Kolombiyayê hatiye kirin divê di vê qonaxê forum û nîqaşan rêxistin bikin û rê û rêbazan bibînin ku fikaran bi mudaxaleyekî polîtîk derbas bikin."
‘ISRARA AŞTIYÊ YA JINÊN KURD PIR GIRÎNG E’
Ozgul Sakî bal kişand ser girîngiya israra jinên Kurd di aştiyê de û wiha got: “Jinên ku ji bo aştiyê israr dikin, bi hişmendiya ku ev rê ne hêsan e, rêxistinbûna xwe li ser zemîneke ku pêwsîtiya piştevaniya enternasyonal jî dibîne, didomîne."
Ozgul Sakî destnîşan kir ku têkoşîna aştiyê ya jinên Kurd gihiştiye jinan û diyar kir ku têkoşîna rêxistinkirî di vê mijarê de girîng e û wiha got: “Dengê vê têkoşînê digihe hemû jinan.”
Ozgul Saki anî ser ziman ku biryara fesixkirin û bi dawîkirina têkoşîne çekdarî ya PKK'ê di mezinkirina têkoşîna aştiyê de qonaxekî girîng e û got: "Tevgerên jinan li hemberî van hewldanan dest bi gav avêtinê kirine. Piştevaniya navneteweyî ya ji bo fesixkirina PKK’ê û ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ zêde dibin. Niha pêwîs dike ku têkoşînê di qada siyasî û civakî de mezin bikin, bi têkoşîna çînî di nava tevgera ciwanan de birêxistin bibin, lez bidin çalakiyên ku bihêle desthilatdarî gavên rast biavêje û hevgirtinê bi hemû saziyên siyasî ku piştgiriya xwe ji bo vê pêvajoyê raber kirine, bikin.
Weke ku me di serî de got avakirina aştiyê karekî pir cidî ye; nabe ji hikûmetê re were hiştin. Li gorî vê cidiyetê rêxistinbûn, nîqaşên polîtîk û avakirin pêwîst in."