Efrin: QSD wê dawiya DAÎŞ'ê bîne

Fermandarê QSD'Ê Ednan Efrîn anî ziman ku nîvê zêdetir ê Boxazê hatiye rizgarkirin û deverekî bi qasî 2 kêlometreyan di destê çeteyan de maye. Efrîn got: "QSD wê DAÎŞ'ê bi dawî bike."

Rojane li Bakurê Sûriyayê DAÎŞ bi rêbazên xwekujî, mayînan, an jî bi rêbazên hucreyên xwe ye razayî çalakiyan dike û dixwazin tevlîheviyê li herêmên QSD'ê rizgar kirî, derxînin.

‘BI LEŞKERÎ DIBE TINE BIBE, LÊ ALIYÊ HIŞMENDÎ DEM DIVÊ’

Li ser pirsa gelo gundê Baxoz rizgar bibe wê DAÎŞ tine bibe an ne? Fermandarên QSD’ê Ednan Efrîn Efrîn got: “ Em nikarin bêjin DAÎŞ bi dawî bibe. Her çendî DAÎŞ êdî aliyê leşkerî nikaribe tiştek bike jî, lê aliyê wê yê fikir û hişmendiyê bi salan wê li vê herêmê zû bi zû bi dawî nebe.”

‘HEWLDANÊN NÛ BI RENGÊN NÛ DERKEVIN, LÊ…’

Efrîn destnîşan kir ku dibe niha di warê leşkerî û rêxistinî DAÎŞ li ser erdê tine bibe, lê bi rêbazên cuda dîsa dixwazin xwe komî ser hev bikin, bi nav û rengekî nû derkeve û wiha pêde çû: “Bi hezaran kes bi wan ve hatine girêdan, xwen û xeyalên wan hene ku carekî din vegerin. Me hesabê wê jî kiriye ku carekî din ji nû ve serî hilnedin.”

 ‘XWE LI NAV SIVÎLAN VEDIŞÊRIN Û ÊRÎŞ DIKIN’

Fermandarê QSD’ê Efrîn bibîr xist ku DAÎŞ li ber qedînê ye û pêşketinê QSD’ê jî dewam in û got: “Jibo vê ye ku her roj DAÎŞ êrîş dike û rojek bê êrîş derbas nabe. Xwe li nava sivîlan diveşêrin, cil û bergên wan li xwe dikin û wisa êrîş dikin. Berî 2 rojan 2 jinên DAÎŞ’î bi heman rengî xwe bi şervanên me ve teqandin.”

‘HEWLDANÊ ME BÊY ZIYAN BIGIHÊJE SIVÎLAN, WANA RIZGARKIRNE’

Efrînî bal kişand ser rizgarkirina welatiyên sivîl û got: “Em dikarin zû dawî li DAÎŞ’ê bînin, lê bi hezaran sivîl girtine û wana weke mertalên zindî bikar tînin. Ji bo wê em pir bi baldarî nêz dibin û ji bo em bikarin sivîlan bêy ziyanek bibe rizgar bikin.

‘JI BO VEGERÊ HERÊM NE EWLE NE, HÊ GELEK MAYÎN HENE’

Fermandarê QSD’ê Ednan Efrîn diyar kir ku welatiyên bi rêyên ewle re tên rizgarkirin li herêmên Hecîn û çend gundên wê yên berê hatine rizgarkirin bicih dikin û got: “Ji bo vegerê niha cih ne bi ewle ne. Ji ber ku bi sedan mayîn hê nehatine rakirin û bêbandorkirin.Dema ku tîmên bêbandorkirina mayîna herêm paqij kir wê demê wê xelkê herêmê vegerin cih û warên xwe.”