Bi çalakiyên cihêreng dilê zarokên Efrînê xweş dikin

Komîteya Piştgiriya Psîkolojîk di şert û mercên koçberiyê de, kêfa zarokên penaber ên Efrînê tîne ku ji neçarî cih û warê xwe terikandine.

Piştî berxwedana 58 rojan û komkujiyên li ser sivîlan xelkê Efrîn û dewrûberên wê neçar ma ku berê xwe bide herêma Şehbayê û li wir berxwedana xwe dewam dike.

Koçberiyê valahiyek xiste jiyana zarokan. Dema ku ji zarokan tê xwestin ku wêneyekî çêbikin; wêneyên mirovên kuştî, balafirên şer û cihên ku ziyan dîtine çêdikin. Ji ber vê yekê Komîteya Komîteya Parastina Civakî ya Demokratîk, Saziya Kar û Barê Civakî û Heyva Sor a Kurd komîteyek bi navê Komîteya Piştgiriya Psîkolojîk ava kirin. Komîte li ser perwerdekirina zarokan û dayikan dixebite.

Ji bo derketin ji nava vê rewşa giran û xemgîniyê, komîte li kamp û gundên Şehbayê tevdigere.

KOÇBERÎ Û KUŞTINA MIROVAN DERÛNIYA ZAROKAN XERA KIR

Bi navê Saziya Kar û Barê Civakî Mamoste Egîd Xelîl li ser karê komîteyê û encamê ku girtine ji ANF'ê re axivî. Xelîl got, "Di nava Komîteya Piştgiriya Psîkolojîk de 3 sazî bi navên Heyva Sor a Kurd, Saziya Kar û Barê Civakî û Komîteya Parastina Civakî ya Demokratîk hene. Koçberî û kuştina mirovan di nava zarokan de rê li ber nexweşiyên derûnî vekir. Ji bo zarok ji vê psîkolojiyê rizgar bibin, pêwîstî bi avakirina komîteyeke wiha hate dîtin. Bi rêya şano û semîneran dikin ku zarok li coş û zarokatiya xwe vegerin."

Xelîl li ser avabûna komîteyê û karê wê jî ev tişt anî ziman: "Ev komîte 7 meh in hatiye avakirin. Di van 7 mehan de me gelek çalakî û semîner lidar xistine. Her wiha bi rêya pêşbirkan û şanoyan me nîşanî zarokan dan bê çawa xwe fêrî rêxistin û paqijiyê bikin, çawa malbet û mamoste nêzî zarokan bibin. Heta roja îro nêzî 8 semîner ji aliyê komîteyê ve hatine dayin. Çalakiyên me li kampên Şehbayê hemûyan dewam dikin û dema bê em ê derbasî nava gundan jî bibin."

BI RÊYA ŞANO Û SEMÎNERAN ZAROKAN LI ZAROKATIYÊ VEDIGERÎNIN

Di dewama axaftina xwe de Xelîl li ser rewşa zarokan axivî û wiha domand: "Destpêka çalakiyan piranî zarok tevlî çalakiyan nedibûn, lê belê piştî çend çalakiyan me encam girt û zarok hêdî hêdî fêrî me bûn. Her wiha me dît ku şanoyên ku em pêşkêş dikin, hemû zarok di jiyana xwe de naveroka şanoyan temsîl dikin. Li gorî şert û mercên koçberiyê û zehmetiyên penaberiyê me dengê xwe gihand zarokan hemûyan."

ZAROK BI ŞANO Û PÊŞBIRKAN KÊFXWEŞ IN

Zarokê bi navê Avşîn Memo ê li Kampa Berxwedanê got: "Ez bi vê şahiyê pir kêfxweş bûme, her wiha ez ê stranekê ji bo Efrînê bêjim."

Zarokê bi navê Rama Mihemed jî got: "Îro li vê şahiyê ez pir kêfxweş bûme, ji ber ez bi hevalên xwe re dilîzim û ez bi hêvî me ku vegerim Efrînê."

Piştre jî zarokê bi navê Senei Muselî got: "Ez pir kêfxweş bûme ji ber Şaho û Şemlê, şanoyek ji me re pêşkêş kirine. Her wiha pêşbirkan ji me re çêdikin û ez û hevalên xwe bi hev re dilîzin.”

Endamê Heyva Sor a Kurd Rêber ê ku cihê xwe di komîteyê de digire got: "Bi rêya şanoyên ku me amade kirine û yên ku me pêşkêş kirine, me dilê zarokan xweş kir. Her hefteyê em çalakiyan li dar dixin."

Rêber anî ziman, dema dîtin ku pêwîstiya zarokan bi alîkariyê heye, ew bi hêza xwe hemûyan ketin nava liv û tevgerê.

Rêber bal kişand ser şahiyên ku li dar xistine û got, "Çalakiyên herî mezin li Cejna Qurbanê û Cejna Zarokatiyê li dar xistibûn. Di van çalakiyan de stran, şano, pêşbirk û çalakiyên cihê hatibûn amadekirin. Her wiha sala 2019'an jî li Kampa Serdem şahiyeke mezin lidar xistin. Di şahiyê de eleqeyeke mezin a zarokan ji bo palyaçoyan hebûn bi pêşbirka stranan şahî bidawî bibû."

KOMÎTE LI GUNDAN JÎ ÇALAKIYAN JI BO ZAROKAN LI DAR DIXE

Rêber da xuyakirin ku navbera betlaneyên havînê de li Kampa Berxwedan şahî lidar xistine.

Rêber destnîşan kir ku piştî wan li hemû kampan şahî kirin dîtin ku pêwîste derbasî nava gundan jî bibin û got: "Yekemîn gundê em çûnê, gundê Ehrezê bû. Me hemû zarok komî ser hev kirin û şahiyek ji wan re li dar xistin. Em ê niha jî û di demê bê de jî semîneran li ser mayînan û rêbazên xweparastina ji mayinan ji bo zarokan pêşkêş bikin."

BANGA LI DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ

Endama Komîteya Piştgiriya Psîkolojîk Hêvîn Şemiyo jî got: "Erkê min perwerdekirina jin e. Piştî ku em derbasî nava kamp û gundên Şêrewa û Şehbayê bûn li ser derûnî û mezinkirina zarokan me dayik perwerde kirin. Yekemîn perwerdeya me li ser tenduristiya derûnî bû. Ji ber ku bi zarokan re pir nexweşiyên derûnî derketibûn. Ji van perwerde û çalakiyên cihêreng gelek zarok kêfxweş bûn û encam jê hatin girtin."

Herî dawî her 3 endanên komîteyê bang li dewletên navneteweyî kirin ku berê xwe bidin zarokên penaber û bi wan re bibin alîkar.