QSD'ê li Baxozê 200 sivîlên din rizgar kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di operasyona dawî ya qedandina DAÎŞ'ê de li Baxozê 200 sivîlên din rizgar kirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, şervanên QSD'ê li gundê Baxozê ku herêma dawî ye di destê çeteyên DAÎŞ'ê de maye, 200 sivîlên din rizgar kirin.

Hate ragihandin, şervanan sivîlên ji korîdora ewlekariyê derbas bûn gihandin herêmên ewle.

QSD'ê diyar kir, ji bo rizgarkirina sivîlên ku çeteyên DAÎŞ'ê wan weke mertalên zindî bi kar tînin, hewldanên xwe didomînin.

Operasyona dawî ya ji bo qedandina çeteyên DAÎŞ'ê roja Şemiyê dest pê kir. Doh bi şev şerekî giran qewimî. QSD li qadeke ji 2 kîlometre çargoşeyî bi pêş ve çûn û çeteyên DAÎŞ'ê li cihekî ji 3 kîlometreçargoşeyî asê kirin.