Cenazeyê 3 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê hatin veşartin

Welatiyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê 3 şehîdên ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê  cenazeyên şervanê YPG’ê Hisên Şêxo Îsa (Alan Hesekê), şervanê QSD’ê Mihemed Hamid El-Namis û şervanê Erka Xweparastinê Hesen Şilaş ku di qonaxa dawîn ya ‘Pênagava Bagera Cizîrê’ a  Şerê Tunekirina Terorê de li bejahiya Dêrazorê şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Dawid axivî û got gelek destkeftî bi saya berxwedana şehîdan hatine bidestxistin û soz da ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.

Piştre li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm û li ser navê Meclîsa Navçeya Rojava a Hesekê Mihemed Eşref Samî axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.