'Ji bo azadiya Ocalan em ê bi şev û roj bixebitin'

Jinên Êzidî Ayşe Sîdo û Zêyneb Marko diyar kirin ku wê di salvegera komploya 15'ê Sibatê de dakevin qadan û gotin, "Heta ku Ocalan azad bibe em ê bi şev û roj bixebitin."

Bi wesîleya salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, jinên Êzidî yên li herêma Şehbayê ji ANF'ê re axivîn.

'SEROK APO RÊYA ME RONÎ KIR'

Ji Yekîtiya Jinên Êzidî Ayşe Sîdo di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got, "Em, jinên Êzidî 15'ê Sibatê weke rojeke reş dibînin û şermezar dikin."

Sîdo bal kişand ser bandora tevgera azadiyê li ser civaka Êzidî û got, "Me xwe her tim ji civakê dûr dixist. Em jinên Êzidî her tim di çarçoveyeke teng de tevdigeriyan, metirsiyeke mezin li ba me hebû. Em ji maf û azadiya xwe hatibûn dûfxistin, lê piştî belavbûna hizr û felsefeya Rêbertî û danasîna rola jinê em daketin qadan û me ji bo mafên xwe bang kir. Sîdo diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojilata Navîn bi taybetî gelê Kurd rêyên tarî ronî kir û berê jinan da azadiyê.

'ME ÇANDA XWE BI RÊYA FELSEFEYA SEROK APO PARAST' 

Sîdo bi dewamî got, "Jinên Êzidî dîrok û çanda xwe ji dagirkeriyê parastin û ti carî nehiştine ku ew çand û dîrok winda bibin. Lê belê di çarçoveyek teng de ma û dema felsefeya Serok Apo derket bi rengekî berfireh me çanda xwe bi pêşxist û rêya me ronî bû. Derfet ji jinan re afirîn ku xwe ji zilm û zordariyê rizgar bikin. Bi fikir û felsefeya demokratîk û wekhev jinên Êzid  gavek mezin avêt û dîroka xwe naskirin."

'EM Ê LI HER DERÊ XWEDÎ LI SEROKÊ XWE DERKEVIN'

Aîşa Sîdo diyar kir, li ku dibe bila bibe wê xwedî li serokê xwe derkevin û got, "Azadiya Serok azadiya jinan û gelan e." Sîdo bal kişand ser destwerdana tevgera azadiyê li komkujiya li Şengalê û got, "Eger gelê cîhanê ji bo azadiya Serokatî carekê dakeve qadan, em civaka Êzidî divê 3 caran dakevin qadan. Ji ber ku azadiya Serok Apo azadiya ola Êzidiyan e."

Sîdo anî ziman, heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, kes ji wan azad nabe û got, "Em ê ti carî ranewestin heta ku serokê me azad bibe."

Di dawiya axaftina xwe de Sîdo yek ji pêşengên Êzidiyan Mam Zekî Şengalî bi bîr anî.

'SEROK APO CIVAKA ÊZIDÎ JI REŞAHIYÊ DERXIST Û XIST NAVA RONAHIYÊ'

Endama Rêveberiya Komîteya Çand û Hunerê ya Yekîtiya Êzidiyan Medya Cawîş jî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got, "Daxwaza sereke ya dewleta Tirk qirkirina Êzidiyan e, ji ber ku civaka Êzidî koka gelê Kurd e. Lê em ê her tim çand û zimanê xwe bi pêş bixin. Daxwaza me azadiya Serok Apo ye."

Endama Komîteya Çand û Hunerê ya Yekîtiya Êzidiyan Zêyneb Marko jî anî ziman ku 15'ê Sibatê rojeke reş e ji bo gelê Kurd bi taybetî ji bo civaka Êzidî û got, "Girtina Serok Apo bandoreke mezin li me kir. Ji ber ku Serok Apo civaka Êzidî ji reşaniyê derxist û xist nava ronahiyê. Me berê nikarîbû nasnameya xwe eşkere bikira ku em Kurd in û Êzidî ne. Lê belê piştî derketina fikir û felsefeya Serok Apo em hîn bêhtir têgihiştin û me destê xwe kir yek. Em bi zimanê xwe axivî û li her qadê me gotin em Êzidî ne."

'JI BO AZADIYA SEROKÊ XWE EM Ê BI ŞEV Û ROJ BIXEBITIN'

Marko diyar kir, heta ku Ocalan azad nebe ew jî azad nabin û got, "Em ê bi şev û roj bixebitin heta serokê me ji zindanê derkeve. Em berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikin. Dijmin çi dike bila bike, wê nikaribe îradeya me bişikîne. Ji êşên me berê dîtin em hêz digirin û di dawiyê de dibêjin, em bi ruh û can bi serokê xwe re ne."