Li Baxozê malbatên DAÎŞ’ê jî nav de hezar sivîlan xwe spartin QSD'ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Baxozê di operasyona dawî ya qedandina DAÎŞ'ê de nêzî hezar sivîl rizgar kirin ku di nava wan de malbatên DAÎŞ’ê jî hene.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh li Baxozê operasyona qedandina çeteyên DAÎŞ’ê dabû destpêkirin. Bi operasyonê re bi sedan sivîl korîdorên ewlehiyê yên ku QSD’ê ava kirin bikaranîn û xwe gihandin herêmên bi ewle.

Li gorî çavkaniyên herêmê yê ANF’ê vê sibê nêzî hezar sivîlan ku di nava wan de malbatên DAÎŞ’ê jî hene xwe spartin QSD’ê. Di nava sivîlan de hemwelatiyên Iraqê, Tirkiyeyê û Efxanistanê jî hene.

Ji fermandarên QSD’ê Mistefa Mînîc ragihand ku li bendê ne ku bi şev hejmara sivîlên xwe dispêrin hêzên QSD’ê zêde bibin.

Duh hêzên QSD’ê ji bidawîkirina hebûna çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê operasyona dawî dabû destpêkirin. Şevê din şerekî giran di navbera çeteyên DAÎŞ’ê û şervanên QSD’ê de derket. Şervanên QSD'ê bi 2 kîlometre çargoşeyan bi pêş ve çûn û tenê qadeke ji 3 kîlometreyî di destê çeteyên DAÎŞ'ê de maye