Îsraîlê tesîseke din a nukleerî ya Îranê hedef girt

Li gorî nûçeya medyaya fermî ya Îranê, artêşa Îsraîlê êvara Înê tesîsa nukleerî ya Fordow a nêzîkî bajarê Qumê yê Îranê hedef girt.

  ÊRÎŞA ÎSRAÎLÊ YA LI SER ÎRANÊ 

Hat ragihandin ku di saetên êvarê de Îsraîlê tesîsa Fordow a ku di binê çiyê de ye hedef girt. Berê di çapemeniya Îsraîlê de hatibû ragihandin ku artêşa Îsraîlê xwedî kapasîteya teknîkî ye ku avahiyên wiha hilweşîne û wêran bike. 

Li gorî agahiyên ku ji hêla nivîskarê The Jerusalem Post Yonah Jeremy Bob ve hatin parvekirin, artêşa Îsraîlê dikare li dijî tesîsên nukleerî yên ewlehiya bilind ên wekî tesîsa Fordowê di binê çiyê de hatine çêkirin, operasyonên taybet li dar bixe. 

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di saetên sibehê de tesîseke din a girîng a nukleerî ya Natanzê ya Îranê hedef girtine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku beşên bin erdê yên tesîsa Natanzê ya piqatî ye, zirarek mezin dîtiye û hola sereke ya ku santrifûjên herî mezin ên ku ji bo dewlemendkirina ûranyûmê tê bikaranîn ji êrîşan bandor bûye. 

Hat îdiakirin ku Îsraîlê piştî nîvro cara duyemîn êrîşî Natanzê kiriye.