‘Bêdengiya li dijî êrîşên kîmyewî hevkariya sûcê ye’
Li Swîsreyê protestoyên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser Tevgera Azadiya Kurd zêde dibe, dewam dikin.
Li Swîsreyê protestoyên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser Tevgera Azadiya Kurd zêde dibe, dewam dikin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên giran, balafirên şer û gazên kîmyewî êrîşan pêk tîne. Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê YJK-S’ê jî bi daxuyaniyekî nivîskî xwest ku êrîş demildest werin rawestandin û raya giştî ya navneteweyî bikeve tevgerê.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gerîlayên azadiyê wekî bersiva “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, ji 1’ê Adarê ve derbasî pozîsyona agirbestê bû û hate gotin ku dewleta tirk tevî vê agirbestê jî êrîşên xwe zêde kirine.
YJK-S’ê îşaret bi daxuyaniya HPG-BÎM’ê kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi taybet li bejahiya Amediyê, Şêgîrê û Şelazê çekên kîmyewî bi kar tîne û bilêv kir ku li dijî tunelên Herêmên Parastinê yên Medyayê teqemenî û balafirên bêmirov êrîşan pêk tîne. Bi berdewamî hate destnîşankirin ku di êrîşan de çekên kîmyewî tên bikaranîn ku ev sûcê şer e û hate gotin ku êrîşeke eşkere ya li dijî îradeya çareseriyê ya gelê Kurd e.
BERTEKÊN LI SWÎSREYÊ DEWAM DIKIN
Piştî daxuyaniya HPG-BÎM’ê duh li 6 navendên Swîsreyê bi hemwextî çalakî hatin lidarxistin. Îro jî çalakî li Bellinzona û Zurîhê dewam kirin.
Girseya ku li pêşiya stasyona trenê ya Bellînzonayê li hev civiya, gelek caran dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir. Di daxuyaniya bi zimanê Îtalî û Kurdî de hate diyarkirin ku tevî ragihandina agirbestê ji aliyê PKK’ê ve jî, dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kiriye û bangên çareseriyê bêbersiv dihêle.
ZURIH: ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE
Li stasyona trenê ya navendî ya li Zurihê jî çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de nûnerê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Mehmet Alî Ruzgar axivî û diyar kir ku tevî dilsoziya PKK’ê ya ji bo pêvajoya aştiyê jî dewleta Tirk di şer de israr dike.
Ruzgar bi berdewamî wiha got: “Ev êrîş ne tenê li dijî gerîlayan, li dijî mirovahiyê tê kirin. Bikaranîna çekên kîmyewî, êrîşa li dijî hiqûqa şer û mafên mirovan e. Bêdengiya civaka navneteweyî ya di vê mijarê de hevkariya sûcê ye.”
Di daxuyaniyê de metna çapemeniyê ya Elmanî ku ji aliyê YJK-S’ê ve hatibû amadekirin, hate xwendin. Di daxuyaniya li ser navê jinan hate kirin de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwestê bigrin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi bombeyên kîmyewî bersivê dide banga aştî û çareseriya demokratîk. Ev êrîşên nemerdane encama polîtîkayên şerê taybet a zîhniyeta faşîst e ku li dijî îradeya aştiyê tê meşandin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e. Em bang li gel, jin, ciwan û dostên xwe dikin ku li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û civaka navneteweyî jî demildest bikeve tevgerê.”
Di daxuyaniya YJK-S’ê de hate gotin ku Gerîlayên Azadiyê pozîsyona xwe ya aştiyê diparêzin û mafê xwe yê parastina rewa bikartînin. Di dawiya daxuyaniyê de banga mezinkirina berxwedanê li dijî van êrîşan hate kirin.