Cenazeyê şervana YPJ’ê Azadî li Qamişlo hate veşartin

Welatiyên Qamişloyê cenazeyê şervana YPJ’ê Hêvîdar Azadî (Yardahan Mustafa) ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Merasîma li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre ji fermandara YPJ’ê Dîlar Qamişlo axivî û got; “Hêvîdar Azadî ne tenê li herêmekê têkoşiya li her derê têkoşiya. Li Şengalê bi vî rûhî li ber xwe da û di vekirina korîdorê de para wê hebû. Em soz didin ku têkoşîna şehîdan ku ji me re hiştine, em ê bidomînin.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Huseyîn El-Elî û Fatma Casim jî axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Azadî re hate xwestin û soza girêdanbûna bi şehîdan re hate dayîn.

Bavê şehîd Hêvîdar, Mustafa Henan jî axivî û wiha got; “Keça min a şehîd ne tenê şehîda min e. Şehîda hemû gelê me mirovahî û Rêber Apo ye. Em bi wê serbilind in. Em soz dikin ku li ser rêya wan em ê bimeşin.”

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Cenazeyê şehîd Hêvîdar ji aliyê şervanên YPJ’ê ve bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.