Nasnameya şervaneke YPJ’ê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervana YPJ’ê Hêvîdar Azadî 7’ê Sibatê li Dêra Zorê şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervana YPJ’ê Hêvîdar Azadî 7’ê Sibatê li Dêra Zorê şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervaneke YPJ’ê eşkere kir ya ku li Dêra Zorê şehîd bûye.
YPG’ê got; “Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya ku têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê tê meşandin bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Şer û berxwedana ku pêşengiya wê YPG û YPJ’ê girtiye ser milê xwe, çeteyên DAÎŞ’ê têk diçin û gundên herêma Dêra Zorê yên di bin dagirkeriya DAÎŞ’ê de ne jî yek bi yek tên rizgarkirin. Di vê çarçoveyê de, di operasyonên hêzên me de yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê rêhevala me Hêvîdar Azadî di şerê bi çeteyên DAÎŞ’ê re, di 7’ê Sibatê de şehîd bû.”
YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; “Em serî de ji malbata rêhevala me Hêvîdar re û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em rêhevalên xwe yên ku têkoşîna azadiyê meşandin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şervana YPJ’ê wiha ye;
Nasnav: Hêvîdar Azadî
Nav û Paşnav: Yardehan Henan
Navê Dayikê: Beyaz
Navê Bav: Mustafa
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / 7’ê Sibata 2019’an