Hêzên Rizgariya Efrînê li Ezazê li dagirkeran xist

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Ezazê li dijî dewriyeyeke çeteyan çalakî li dar xistine. Hate ragihandin ku di çalakiyê de wesayîta çeteyan hate rûxandin û 3 çete bi giranî birîndar bûne.

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên xwe yên li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker didomînin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got;

“Şervanên me li Efrînê û derdora wê çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê didomînin. Di vê çarçoveyê de;

10’ê Sibatê li dijî komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li gundê Kefer Kilbin ya bajaroka Ezazê ku dikeve bakurê Helebê de derketibûn dewriyeyê, çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayîtan çeteyan hate rûxandin û 3 çete bi giranî birîndar bûn.”