ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
* Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.
* Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
*Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Muhîttîn Mûgûç banga Îmraliyê û pêşketinên siyasî yên piştî bangê nirxand. Mûgûç diyar kir ku mafê hêviyê ne tenê mijarek hiqûqî ye, di heman demê de rûbirûbûna Tirkiyeyê ya bi demokrasiyê re ye jî.
*Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî diyar kir ku jin li çaraliyê cîhanê beşdarî hewldanên aştiyê dibin û got: "Avakirina aştiyê karekî pir cidî ye; nabe ji hikûmetê re were hiştin. Divê li gorî vê cidiyetê rêxistinkirin, nîqaşên siyasî û avakirin bên kirin.”
*Ferda Çetîn anî ziman ku bi hilweşîna rejîma Baasê re Tirkiye bi awayekî fiîlî xistin nava hevsengiya planên hêzên navneteweyî û got: “Bi vê re tirsa dewletê kêm bû û pêvajo giran kir.”
*Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga ku 6 sal in bi mamayê dijî û nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne, roj bi roj kîloyan winda dike. Dayika Îsmaîl Tanboga, Kumriye Tanboga daxwaza berdana kurê xwe kir û got: "Divê ew li derve were dermankirin."
*Çalakiyên xizmên girtî û windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.
*Şer û pevçûnên di nava Îsraîl û Îranê de wê bêne şopandin.