DEM Partî: Êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê krîza herêmî kûrtir dikin

Komîsyona Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li civaka navneteweyî kir ku vegerin ser muzakere û çareseriya aştiyane.

DEM PARTÎ

Hevberdevkên Komîsyona Karên Derve yên DEM Partiyê Ebrû Gunay û Berdan Ozturk di daxuyaniya nivîskî de diyarkirin ku êrîşên Îsraîlê di demeke ku muzakereyên nukleerî yên bi Îranê re didomin de pêk û ev yek hewldanên çareseriyê dixe zehmetiyê û qadên pevçûnên nû dafirîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê sivîl zirarê dibînin û mîna li Xezeyê qanûnên navneteweyî nas nake. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta Netanyahu ji berpirsiyariyê direve.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hedefgirtina tesîsên nukleerî yên çalak li Îranê rê li ber karesatek mezin a jîngehê vedike û hat bibîrxistin ku êrîşên bi vî rengî ne tenê gelê Îranê, di heman demê de gelên welatên cîran jî dixe xetereyê û wiha domand: "Îsraîl bi van êrîşên ku pişta xwe dispêre dûrbûna erdnîgariyê bêberpirsyartiya wê nîşan dide."

DEM Partî bang li hikûmetên DYE û Îsraîlê kir ku demildest dawî li van êrîşên ku sivîlan dixin xetereyê bînin û muzakereyên dîplomatîk ên bi Îranê re bidomînin.