Li Girê Spî cenazeyê du şehîdan hate veşartin

Welatiyên Girê Spî cenazeyê şervanên Hêzên Xweparastinê Mahîr El-Îdbîs (Kendal Zeydî) û Elî El-Celîd bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.

Bi sedan welatiyên Girê Spî cenazeyê şervanên Hêzên Xweparastinê Mahîr El-Îdbîs (Kendal Zeydî) û Elî El-Celîd ku li navçeya Silûkê di encama teqîna mayîna çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê veşartin.

Li goristanê merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Ji aliyê şervanên Hêza Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl û fermandarê Hêzên Xweparastinê Cemal Kobanê axivîn. Qisekeran sersaxî ji malbatan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre nasnsmeya şehadetê ya şehîdan hetin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.