Şêniyên Til Eran û Til Hasilê: Barzanî pêşwazî li kujerên me kir

Şêniyên navçeyên Şehba û Efrînê û bajarokên Til Eran û Til Hasilê, serdana komên çete ku bi navê 'mûxalefeta Sûriyeyê' çûn Başûrê Kurdistanê û hevdîtin li Hewlêrê kirin, şermezar kirin.

Nûnerên komên çete yên ku Efrîn û gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê-Bakurê Sûriyeyê dagir kirine, berî çend rojan çûn Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ve hatin pêşwazîkirin û hin hevdîtin kirin. Şêniyên Til Eran û Til Hasilê yên Bakurê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê ev kiryar şermezar kirin û gotin, ev kes destê wan di komkujiyên Til Eran û Til Hasilê yên sala 2013'an de heye ku wê demê bi dehan sivîl hatin kuştin.

Welatiya bi navê Zehra Kalo ji ANF re axivî û got: "Em planên ku xizmeta faşîzma dewleta dagirker a Tirk dike di rêya dijminên me weke Ebducebar Eligêdî û yê din şermezar dikin. Her wiha em her kesên ku bi çeteyên ku bi dijmin re dixebitin şermezar dikin. Em yek gel in û xwediyê maf û vê axê ne."

Welatiyê bi navê Cemal Sulêman ê ji Efrînê jî got, "Em komkujiyên ku li Til Eran û Til Hasilê hatin kirin şermezar dikin. Birêz Mesûd Barzanî û Nêçirvan Barzanî kesên kujer weke Ebducebar Eligêdî li Başûrê Kurdistanê hembêz dikin. Em dibêjin ku ev gelekî şerm e."

Cûma Kalo jî got: "Ez şahidê komkujiya li Til Eran û Til Hasilê me. Ew komkujî bi peymana ku di navbera çeteyên artêşa azad, çeteyên El Nûsra, DAÎŞ, encûmena leşkerî li Helebê û dewleta dagirker a Tirkiyeyê bi rêveberiya fermendarê encûmena leşkerî ya Helebê Ebducebar Eligêdî hate kirin. Her wiha van çeteyan êrîşî herdu bajarokên Til Eran û Til Hasilê kirin bi alîkariya komên 'kurdî' weke tabûrên Yûsif Elezma û komele û azadî. Ev tabûr 6 heta 7 tabûr bûn û girêdayî encûmena niştiman a Kurd bûn.

Lê mixabin îro em dibînin ku birêz Mesûd Barzanî pêşwazî ev kesên kujer ku zarok, jin û pîranî bi dilekî sar kuştin û wan hembêz dike. Ji ber vê yekê em van kiryaran şermezar dikin ji ber ku şerm e ku kesekî navdar weke Mesûd Barzanî kesên kujerê gelê Kurd bin hembêz bike. Di demê ku diviyabû Mesûd Barzanî ragihandiba ku ev kes xayînin û kujerê gelê Kurd bûn û bi gelê Kurd ê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin, lê mixabin wan hembêz û pêşwazî dike."

Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a Şehbayê Rîhan Cibo got: "Îro gelê me yê Til Eran, Til Hasilê , gelê Efrîn û Şehbayê kom bûne ji bo ku pêşwazîkirina Mesûd Barzanî ji îtîlafa Tirkiyeyê yê ku piştgiriya çeteyan dike şermezar bikin.

Îro ev komkujî piştî ku Efrîn ji hêla dewleta Tirk a dagirker hatiye dagirkirin diqewimin. Ji ber van komkujiyan gelek sivîl bi taybetî welatiyên Kurd şehîd ketin. Her wiha armanca çeteyan tesfîkirina gelê Kurd e û wan ji hevdû dûr bixin. Lê belê gelê me wê li dijî van kiryarên dagirkeran û çeteyan bibe yek.

Di dawiyê de em pêşwazkirina Mesûd Barzanî ji şandeyên ku êrîşî gelê Kurd dikin şermezar dikin."