Tecrîd û komploya navneteweyî li Qamişlo hate protestokirin

Li Qamişloyê bi hezaran endamên Hêzên Parastina Civakî-JIN (HPC-Jin) ji bo protestokirina komploya navneteweyî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Li Kantona Qamişlo bi hezaran endamên Hêzên Parastina Civakî-JIN (HPC-Jin) û Kongreya Star bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Bi hezaran jin ji Taxa Qûdûrbeg heta Qada Şerqî meşiyan û bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Li Qada Şerqî merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre li ser navê jinan Endama HPC-Jin Hediya Abdullah axivî.

Hediya Abdullah komploya navneteweyî şermezar kir û got; “Wê vîna jinan tecrîda girankirî hilweşîne. Dewletên komploger ketin nav xewnekê û gotin bi dîlgirtina Rêber Apo em ê rihê berxwedan û têkoşînê tune bikin. Rêber Apo bi fizîkî hatiye dîlgirtin lê fikrên wî niha li vir û hemû cîhanê belav bûne. Hûn nikarin fikrên Rêber Apo dîl bigirin û roja me tarî bikin. Bi pêşengiya têkoşer Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê peyama ‘Êdî em bê Serokê xwe nikarin bijîn’ dan. Em jî li vir piştgiriyê didin peyama çalakgeran û dibejin heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Jinên ku bi felsefeya Rêber Apo dijîn, wê tecrîdê bi dawî bikin.”