Li Tel Avîvê dengê teqînan
Îranê ragihand ku li dijî Îsraîlê êrîşa fuzeyan daye destpêkirin.
Îranê ragihand ku li dijî Îsraîlê êrîşa fuzeyan daye destpêkirin.
Medyaya Îranê ragihand ku zêdetirî 200 fuzeyên balîstîk ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin. Televîzyona dewletê di weşana zindî de dîmenên ku fuze li Tel Avîvê ketine weşand.
Servîsa alîkariya lezgîn a Îsraîlê Stêrka Dawûd a Sor jî daxuyaniyek da û got ku heta niha 7 kes birîndar bûne. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku Îranê bi dehan fuze avêtiye Îsraîlê û pergala parastina hewayî hewl dide asteng bike.
Her wiha artêşê bang li gel kir ku biçin cihên parastî û heta fermaneke duyemîn ji wir dernekevin.