Operasyona dawî ya li dijî DAÎŞ’ê dest pê kir

Li herêma Baxozê operasyona dawî ya şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dest pê kir.

Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê” bi pêşveçûna şervanên QSD’ê didome. Piştî ku şervanên QSD’ê hemû amadekariyên xwe bidawî kir operasyona dawî ya li herêma Baxoz a dikeve başûr rojhilatê Hecin û herêma dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di destê çeteyên DAÎŞ’ê, da destpê kirin.

Operasyon ji 4 baskan ve destpê kir. Piştî ku 20 hezar sivîl ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgar kirin operasyona dawî ya qedandina çeteyan destpê kir û niha jî didome.