HRE: Li Cindirês û Şêrawa li dagirkeran hate xistin

Hêzên Rizgariya Efrînê di 6-7’ê Sibatê de li navçeya Cindirês û Şêrewa ya Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê rêze çalakî kirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrînê derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê didin.

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên xwe yên li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker didomînin.

HRE ragihand ku di dîroka 6 û 7’ê Sibatê li navçeyên Cindirêsê û Şêrawa yên girêdayî Efrînê li dijî dagirkeran rêze çalakiyên bi bandor lidar xistin.

HRE di daxuyaniyê de ev agahî dan:

“Di dîroka 6’ê Sibatê, şervanên me li navçeya Cindirêsê ya Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî seyareya serçeteyekî koma Ceyş El-Şerqiyê ku Xanêm Xelef yê bi navê Ebû El Hekem tê naskirin, lidar xistin. Di encama çalakiyê de wesayît hat rûxandin û serçete jî birîndar bû.

6’ê Sibatê, li ser rêya gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa wesayîteke koma çete ya bi navê Firqet El Hemzat hate hedefkirin. Di encama çalakiya sabotajê de 3 çeteyê bi navê Elî Salih El Debes, Ehmed Hebûş û Eyham El Mihemed birîndar bûn.

7’ê Sibatê, şervanên me li gundê Kîmarê ya navçeya Şêrawa li dijî çeteyekî girêdayî koma Firqet El-Hemzat çalakiya sekvaniyê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek bi giranî birîndar bû.

7’ê Sibatê, şervanên me li gundê Kefer Nebo ya li ser navçeya Şêrawa li dijî kombûneke çeteyên girêdayî koma Firqet El Hemzat çalakiyeke lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete birîndar bûn.”