ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gorên şehîdan hatin ziyaretkirin
Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di erefeya Cejna Qurbanê de çûn serdana gorên şehîdan û li ber goran mûm pêxistin. -
Li Serêkaniyê teqîn
Li bajaroka Til Xelef a girêdayî bajarê Serêkaniya Bakûrê Rojhilatê Sûriyê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan de, teqînek mezin çêbû. Diyar kirin ku di teqînê de mirî û birîndar hene. -
Li Dêra Zorê serokê eşîrekê hate kuştin
Li navçeya Bûseyra ya Dêra Zorê serokê eşîrekê di êrîşa ber derê malê de jiyana xwe ji dest da. -
Li Babê qetlîama dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajaroka Erîma ya li rojhilatê Babê qetlîama dewleta Tirk a dagirker a li gundê Qortwêrana Minbîcê kiribû, hate protestokirin. -
Li herêma Cizîrê qedexeya derketina derve hate ragihandin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber tespîtkirina nexweşên koronavîrusê yên li herêma Cizîrê, ji bo 10 rojan qedexeya derketina derve ragihand. -
Koalîsyona Tirk DAÎŞ'iyan direvîne
Jinên DAÎŞ'î Elîf Sancar û Fatma Ridvan Aus a Çeçen, ku dema bi tankêrên avê hewl didan ku wan ji Kampa Holê birevînin hatin girtin, ji DAÎŞ'ê heta bi ÎHH'ê bal kişandin ser îstîxbarata Tirk. -
‘Wê xebatên hevpar bidome’
Rayedarên QSD û Koalîsyona Navneteweyî derbarê bidawîbûna qonaxa duyemîn a li bejahiya Dêrazor û Hesekê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist. -
Dewleta Tirk li Minbicê qetlîamek din kir-NÛ BÛ
Di topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundekên dikeve bakurê rojavayê Minbicê de, zarok jî di nav de 6 sivîl qetil kir û 6 jî birîndar bûn. -
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Şehbayê hate protestokirin
Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Kantona Şehbayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin û bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku ji bo dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bibe, bila peywira xwe bi cih bînin. -
Li Til Hemîsê çalakî: Divê dewleta Tirk were darizandin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker da û xwest dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî were darizandin. -
Dewleta Tirk êrîş bire ser Zirganê, sivîlek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bire ser navçeya Zirganê ya Serêkaniyê, sivîlek birîndar bû. -
Li Efrînê teqîn
Li navenda bajarê Efrînê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, teqîneke mezin pêk hat. -
Di teqîna li Serêkaniyê de 8 kes mirin, 19 jî birîndar bûn
Di encama teqîna motorsiklêta bombebarkirî ya li Serêkaniyê de 8 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn. -
3 jinên DAÎŞ’î yên dixwestin ji kampa Holê birevin hatin girtin
3 jinên DAÎŞ’î yên ku hewl dan tevî koma ku xwe wekî alîkariya mirovî didin nîşandan birevin, hatin girtin. -
Cenazeyê Şehîd Ehmed spartin axê
Li bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi tevlîbûna dehan kesî spartin axê. -
Zanîngeha Rojava dest bi kampanyaya piştgiriyê kir
Zanîngeha Rojava bi kampanya piştevaniya akademîk re bang li hîndekaran kir ku tecrûbeyên xwe bi Zanîngeha Rojava re parve bikin. -
HRE: Li Efrîn û Ezazê 4 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku li Efrîn û Ezazê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, di çalakiyan de 4 dagirker hatine kuştin. -
Li Eyn Îsayê sivîlek ji ber êrişa dewleta Tirk birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe gule li wesayiteke sivîlan a li ser rêya M4 a Eyn Îsayê barand. Ji ber êrişê sivîlek birîndar bû. -
Sarya: Statu bê qebûlkirin wê pêşketinên mezintir rû bidin
Rojnamevan Bêrîtan Sarya got, "Dema ku statuya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê qebûlkirin, wê hîn bêhtir bi pêş bikeve." Sarya destnîşan kir, heta ku statu neyê qebûlkirin, DAÎŞ bi temamî ji holê nayê rakirin. -
Li Hesekê Şehîd Cûdî bi merasîmeke girseyî spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD'ê Mehsûm Hesen (Çekdar Cûdî) bi tevîbûna sedan kesî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê. -
Cenazeyê şehîd Welat li Kobanê veşartin
Li Kantona Kobanê bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê şehîdê QSD'ê Welat Şaban (Welat Kobanê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Şehîdê QSD’ê Hemade bi merasîmekê veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Hûsên Hemade bi tevlîbûna sedan welatiyên Şedadê bi merasîmekê ya li Goristana Şehîdan hate veşartin. -
Bi nêrîna rojnamevanan Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê
Rojnamevan Gulan Botan a ku ji bo şopandina geşedanên Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hatibû herêmê, qala Şoreşa Rojava kir. -
Îsraîl bombe li gelek deverên Sûriyeyê barand
Hêzên hewayî yên Îsraîlê bombe li gelek hedefên li rojhilatê paytexta Sûriye Şamê barand. Tê gotin ku ji ber êrişê gelek kes mirine û hinek jî birîndar bûne. -
Pêngava li dijî DAÎŞ’ê hatibû destpêkirin dawî bû: 31 çete hatin girtin
Qonaxa duyemîn a pêngava ji aliyê QSD’ê ve hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin ku bi dawî bû. Di tevahiya pêngavê de 31 çete hatine girtin.