Li Til Hemîsê çalakî: Divê dewleta Tirk were darizandin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker da û xwest dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî were darizandin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 26’ê Tîrmehê de li Bamernê du kesên sivîl qetil kir, li Til Hemîsê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.

Endamên Malbatên Meclîsa Şehîdan jî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ahmet El Ebavî diyar kir ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, Iraq û Sûriyeyê li dijî mirovayetiyê sûcan dike.

Ebavî got ku, “Dewleta Tirk bi balefiran li warên sivîlan dide. Êrîşa li Bamernêya Başûrê Kurdistanê mînaka vî tiştî ye. Dewleta Tirk bi van êrîşan re, dixwaze xeyala xwe ya xwe dewleta Osmaniyan dîsa pêk bîne.”

Ebavî Neteweyên Yekbûyî di serî de bang li civaka navneteweyî kir ku bila li hemberî sûcên dewleta Tirk lêpirsînê bidin destpêkirin.