Girtina Yuksel Koç hat protestokirin
Girtina Hevserokê berê yê KCDK-E’yê Yuksel Koç li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat protestokirin.
Girtina Hevserokê berê yê KCDK-E’yê Yuksel Koç li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat protestokirin.
Girtina hevserokê berê yê KCDK-E'yê Yuksel Koç bi peşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) li ber Konsolosxaneya Elmanyayê ya Zurîhê hat protestokirin. Di çalakiyê de zextên Elmanyayê yên li dijî siyasetmedarên Kurd bi tundî hatin protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Ji Yuksel Koç re azadî" û "Hûn nikarin siyaseta Kurd krîmînalîze bikin" hatin berzkirin.
Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr di çalakiyê de axivî û got, "Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo di 27ê Sibatê de hat ragihandin, PKKê di Kongreya 12’emîn a ku 5-7’ê Gulanê de hat lidarxistin, xwe fesix kir. Piştî vê biryara dîrokî, dewleta Elmanyayê bi girtina siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç careke din nîşan da ku ew bi rastî jî vê banga aştiyê hedef digire."
Siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî diyar kir ku Elmanya bi helwesta xwe rêya aştî û çareseriya demokratîk asteng dike û wiha domand: "Di serdema ku divê Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêk were û diviyabû Elmanya piştgiriya vê pêvajoyê bikira de serî li polîtîkayên krîmînalîzekirinê da û Yuksel Koç girt. Divê Elmanya bizanibe ku çareseriyek mayînde ya li Rojhilata Navîn bi pêkanîna bangên Rêber Apo pêkan e."
Taşdemîr daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî yên ku ji ber qedexeya PKK'ê li Elmanyayê girtî ne dubare kir.