Di teqîna li Serêkaniyê de 8 kes mirin, 19 jî birîndar bûn

Di encama teqîna motorsiklêta bombebarkirî ya li Serêkaniyê de 8 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn.

Li navenda bajarê Serêkaniyê motorsiklêteke bombebarkirî teqiya. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, 8 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn.

23’ê Tîrmehê jî bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk hatibû.