Li Qamişloyê komxebata 'Yekrêziya Kurdî' destpê kir
Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê 'Yekrêziya Kurdî: Rêyên xurtkirinê û perspektîfên ji bo paşerojê' komxebatekê destpê kir.
Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê 'Yekrêziya Kurdî: Rêyên xurtkirinê û perspektîfên ji bo paşerojê' komxebatekê destpê kir.
Komxebata “Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê” li bexçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo dest pê kir. Komxebat ji aliyê Navenda Firatê ya Lêkolînan ve hatiye birêxistinkirin. Li komxebatê rewşenbîr, nivîskar, lêkolîner, wêjevan, rojnamevan û hunermendên Kurd, çalakvan, nûnerên ji hemû partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) amade ne.
Piştî deqeya rêzigirtinê û diyarkirina bernameyê komxebatê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed axivî.
Îlham Ehmed bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û got: "Hemû biryarên ku di konferansê de hatine dayîn di vê serdema dîrokî de zanebûna neteweyî û têgihîştinê di asta herî jor a gelê Kurd nîşan dide. Di nava tevahî aliyên Kurdî zanisteke wiha hatiye avakirin her kesek di aliyê xwe de bi rihê berpirsiyartiyê radibe û dixwazin itîfaqên li dijî parçebûna Kurdan dubare nabin."
Îlham Ehmed lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi avêtina gavekek dîrokî ji bo pratîkirina tifaqan pênase kir û wiha dom da axaftina xwe: "Rastiyek wiha heye ku ev cudabûnê fikr bandora xwe li ser dan û standinan dike. Divê em wekî dewlendî li vê cudabûnê binerin û nehêlin ku bibin sedeam parçebûnê."
Îlham Ehmed îşaret bi vê yekê kir ku divê cihê Kurdan di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de hebe û got: "Di nav hemû civakan de cudabûna îdeolojîk heye, lê ev cudabûn ti carî nebûye sedema parçebûn û nebûye sedemê yekalîbûnê. Ev xaleke pir girîng e ji bo pêşxistina gelê Kurd û avakirina Sûriyeya nû. Dersê ku em dîrokê derdixin pir girîng in. Divê civak neyê parçekirin. Îro li Tirkiye Kurd û Tirk êdî diyaoglê dikin. Em karibin bi hev re vê pêvajoya bi rêve bibin di wê baweriyê de ne ku ji bo pêşerojê em dikarin gavên pir girîng û rast bavêjin."
Komxebat dê li ser 3 xalên bi sernavên “Girîngiya xurtkirina yekrêziya Kurdî”, “Aliyê neteweyî yê belgenameya konferansa yekrêziya Kurdî” û “Rola Kurdan li Sûriyeyê û bijarteyên destûrî” bi rê ve biçe.
Komxebat dewam dike.