Li Amedê bi hezaran jin bi dirûşmeya "Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin" meşiyan. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî beşdarî meşa ku di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de hat lidarxistin bûn.
Jinên ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatin, li Parka Jiyanê ya Şemse Allak kom bûn û ber bi Ulu Camî ya li navçeya dîrokî ya Sûrê ya Amed dest bi meşê kirin. Di meşê de jinan dirûşmên "Bijî aştiya civakî", "Jin, jiyan, azadî", "Jin civakê azad dikin", "Em ji bo hevgirtinê li vir in" û "Berxwedan jiyan e" berz kirin û li ber Ulu Camiyê meşiyan daxuyanî dan.
Li ser navê jinan Xecê Şahîn daxuyanî xwend, bal kişand ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku di 27'ê Sibatê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji raya giştî re hatiye parvekirin û wiha got: "Em ê li dora Banga Aştî û Civaka Demokratîk bibin yek û bibin hêza pêşeng ku vê pêvajoyê bi rê ve bibe, em ê di pêvajoya aştiyê de ezmûnên xwe bi cih bînin. Em ê vê pêvajoyê ji rehm û yekdestdariya zihniyeta serdest a mêrperest re nehêlin. Em ê destûrê nedin ku ev pêvajo bi operasyonên rêveberiya feraseta medyaya mêrperest, zayendperest û şerxwaz winda bibe. Ji ber ku me jinan di şerên desthilatdarên mêrperest ên li van xakan de berdêlên herî giran dan. Weke Tevgera Jinên Kurd, têkoşîna me ya ji bo azadiya jinan ku bi salan e me bi Tevgera Jinên Tirkiyeyê re mil bi mil meşand, her wiha li dijî şerên desthilatdariyên mêrperest jî tê meşandin. Êrişên li ser maf û destkeftiyên jinan, polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinên Kurd tên meşandin, belavkirina van polîtîkayan li tevahiya Tirkiyeyê ji vê polîtîkaya şer ne cuda ye. Êrişên li ser zimanê dayikê û çandê êrişên li dijî civakbûna jinan û li dijî nirxên jiyana adil û wekhev in ku ev nirx bi hezaran sal berê ji aliyê jinan ve hatine afirandin.
‘EM Ê NEHÊLIN EV PÊVAJO VALA BÊ DERXISTIN’
Dema ku tê xwestin ku heqîqeta jinên Kurd di nava qirkirinê de were afirandin, helbet ya ku berxwedanê dide destpêkirin û wate dide berxwedanê û me digihîne heqîqeta xwe; parastina çand, ziman û dîroka me bû. Daxwaza me ya aştiyê îro li ser esasê parastina van nirxan e. Ger aştî bi zimanê dayikê û bi çanda civakî bê avakirin dê watedar be. Li ser maseya aştiyê bi kirdewariya jinan re dê têkoşîna azadiyê ya jinan were kirin. Muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku careke din aştî weke rêya çareseriyê nîşan kir, ji hêla me ve jî vê yekitiyê hildigire ser xwe.
GER AŞTÎ LI SER ZIMANÊ DAYIKÊ AVA BIBE WÊ GAVÊ WATEDAR BE
Em tu carî di qonaxa bendewar de neman û em ê nemînin jî. Em li benda gavavêtina hêza dewlet-siyasetê namînin. Pêwîst e pêvajo li ser zemîna parlamentoyê bi rêkûpêkiyên qanûnî yên pêwîst bê meşandin. Divê jin di her asta vê pêvajoyê de, di her komîsyonê de ku dê bê avakirin, di her komxebatê de weke kirde cih bigirin. Lewre zimanê jinan zimanê aştiyê ye. Civaka ku jin xeyal dikin; ji bo jinan, mêran, zarokan, ciwanan, extiyar û hemû zindiyan jiyana wekhev dihewîne. Civaka Demokratîk civaka jinan e. Tevahiya destkeftiyên jinan e ku wan bi ked û berdêlên mezin bi dest xistine. Civakek e ku li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan têdikoşe. Civakek e ku keda jinan tê de nayê paşguhkirin, jin dibin mijara qadên hilberînê û wekheviya zayendî bingeh e. Civakek e ku tê de ziman, çand û baweriyên cuda bi azadî û wekhevî bi hev re dijîn. Civaka Demokratîk civaka gelan û jinan e.
CIVAKA DEMOKRATÎK CIVAKA JINAN E
Pêvajoya aştî û muzakereyê bi awayekî xwezayî dê pêvajoyeke nû ya hiqûqî bi xwe re bîne. Bi awayekî qanûnî naskirina gelê Kurd, Elewî û beşên civakî yên ku nasnameya wan hatiye paşguhkirin û wekheviya hiqûqî ji bo mayîndebûna pêvajoya aştiyê prensîbên pêwîst in. Ji bo rûbirûbûna êşên berê avakirina komîsyonan girîng e. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku di vê pêvajoya nû de divê hemû rêgezên qanûnî ji hêmanên zayendperest, neteweperest, olî û mîlîtarîst bên paqijkirin û li ser esasê wekheviya zayendî û feraseta azadiya jinan bê avakirin. Weke kesên ku ji roja ewil ve ev berpirsyarî girtine ser milê xwe, em bang li hemû desthilatdarî û pêkhateyên civakî dikin ku berpirsyariyên xwe yên ji bo aştiyê bi cih bînin û beşdarî têkoşîna aştiyê bibin.
GAVÊN KU DIVÊ BÊNE AVÊTIN
*Divê demildest azadiya fîzîkî ya muzakerevanê sereke yê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dayîn. Ji bo aştiya civakî divê şert û mercên xebatê yên azad bên afirandin.
*Divê komîsyona ku dê di bin banê Meclisê de bê avakirin, jinan wek kirde bibîne û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd xebatên bi bandor bimeşîne.
*Divê hebûn, nasname, çand û zimanê gelê Kurd bi destûra bingehîn were misogerkirin.
*Divê zimanê mêrperest, zayendperest, neteweperest û milîtarîst bê berdan û zimanê hevpar ê aştiyê bê afirandin.
*Divê di bin banê Meclisê de vesazkirinên qanûnî bên kirin ku pêşî li tundî û qetlîamên li ser jinan bê girtin. Divê di vê pêvajoyê de êrişên li ser maf û destkeftiyên jinan bên nîqaşkirin û ji bo bidawîkirina van êrişan xebat bên destpêkirin.
*Em ê qebûl nekin ku hilbijartiyên ku bi îradeya gel li ser esasê demokrasiyê hatine hilbijartin, ji peywirên xwe bên dûrxistin. Divê qeyûmên ku encama siyaseta şer in, demildest bên vegerandin. Şaredariyên Êlih, Dêrsim, Colemêrg, Mêrdîn, Xelfetî, Wan, Sêrt, Miks, Qaqizman û Akdenîzê ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dihatin birêvebirin, divê demildest radestî jinan bên kirin."
ÎNSIYATÎFA PÊWISTIYA ME BI AŞTIYÊ HEYE: ÊDÎ BES E
Piştre li ser navê Însiyatîfa Pêwistiya Me bi Aştiyê Heye Selîn Top axivî û wiha got: "Em îro ji bo xeyala xwe ya civaka azad li vir kom bûne. Em hatin ku bersivê bidin banga ji Amedê hatiye kirin. Di demên dawî de bi dehan jinên rêxistinkirî û bê rêxistin hatin cem hev û ji bo hewcedariya aştiyê bînin rojevê got 'Pêwîstiya min bi aştiyê heye'. Me ev şer û pêkanînên serdestiya mêr bi awayekî herî kûr jiyan. Di tevahiya dîrokê de em dibînin ku jin her tim ji bo aştiyê têkoşiyane. Em ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet li ber xwe didin. Ji ber ku yên herî zêde pêwîstiya wan bi aştiyê heye jin in. Dema ku şer sermayeyê berfireh dike, serdestiya mêr xurt dike. Ji ber ku dewleta şerxwaz bi polîtîkayên xizanî û ewlekariyê re tevahiya civakê di bin zordariyê de dihêle. Ya ku me bi dehan salan dît, şîdet, mirin û talan e. Bi salan e em bi hev re bang dikin: Edî besê.'
‘EM Ê BI HEV RE CÎHANEKE AZAD Û WEKHEV AVA BIKIN’
Selîn Top axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Niha dewlet behsa xwîşk û biratiyê dike. Em dipirsin: Gelo em ê karibin bi civakeke demokratîk re bijîn? Gelo Kurd dê bikarin bibin hemwelatiyên wekhev? PKK'ê xwe fesîx kir, lê dewlet wê gavê biavêje? Divê êdî siyaset nebe sûc. Di vê çarçoveyê de divê zagonên wekî TMK'ê bên rakirin û girtiyên siyasî serbest bên berdan. Divê operasyonên leşkerî tavilê bên rawestandin. Divê qayûman paşve vekişînin. Divê şaredariyên hatine desteserkirin li xwediyên xwe yên rastîn bên vegerandin. Di vê pêvajoyê de ji bo aştî û cîhaneke wekhev û demokratîk em têkoşîna xwe didomînin. Em ê bi hev re cîhaneke wekhev û azad ava bikin."