ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 47 kes bi vîrûsê ketin
Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di nava 24 saetan de 47 kesên nû bi şewba vîrûsa Koronayê ketine. Hejmara kesên mirine jî gihişte 17’an. -
Osê: Dewleta Tirk êrîş dike, hêzên navnetewî çavê xwe lê digire
Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê bal kişand ku dewleta Tirk li herêmê tevlîheviyê derdixe û bi vê dixwaze di nava gel de parçebûnê çêbike, her wiha diyar kir ku hêzên navneteweyî çavê xwe li êrîşên dewleta Tirk digire. -
HRE'yê nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanekî wan bi qezayekê şehîd bûye. -
Têkildarî krîza Sûriyeyê ceribandineke din a li Cenevreyê
Civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê 24'ê Tebaxê bêyî Kurdan û nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li Cenevreyê dest pê dikin. Hevdîtinên ku wê di salvegera 4'an a dagirkeriya dewleta Tirk de dest pê bikin, dîsa wê têk biçin. -
Şehîdê Erka Xweparastinê Esad Elî spartin axê
Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Esad Elî ku dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, li Dêra zorê şehîd bûbû, li Goristana şehîdan a Til Hemîsê spartin axê. -
Li Efrînê gelek kes hatine revandin
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên Sikûr El Şîmal ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker in, zêdetirî 10 welatiyên sivîl revandine. -
Di teqîna li Dêra Zorê de fermandarek ê Rûs hate kuştin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di dema derbasbûna konvoyek a Rûsan li Dêre Zorê de mayînek teqiy, di encamê de fermandarek ê Rûs mir, 2 leşker jî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk 2 sivîlên din jî revandin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Dibse ya Til Temirê 2 sivîl revandin -
Di êrîşa dagirkeran a li Eyn Îsayê de 2 sivîl birîndar bûn
Di encama êrîşa SÎHA’yên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên dikevin rojavayê Eyn Îsayê de 2 sivîl birîndar bûn. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 3 Kurd revandin
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 sivîlên din ên Kurd revandine. -
Dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk a li Idlibê bû hedefa roketan
Li Idlibê di dema dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk de ya li ser rêya M4, teqînekê rû da. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova di 13'ê Tebaxê de diyar kiribû ku wan dewriye rawestandine. -
Li Qamişloyê êrişa hewayî ya li dijî benda kontrolê ya rejîmê
Li bajarê Qamişloyê, balafirên şer ku tê texmînkirin ên koalîsyonê ne li bendeke kontrolê ya rejîmê xistin. Tê gotin ku êrişa hewayî piştî hewldana rejîmê ya ji bo astengkirina konvoya koalîsyonê qewimiye. -
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: MÎT’ê 3 Efrînî revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da diyar kir ku îstixbarata dewleta Tirk MÎT’ê li Efrînê 3’ê Kurdên sivîl revandin. -
Li gundên Êzidiyan ji bo çeteyan kampan ava dikin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku li gundên Êzidiyên Efrînê ji bo çete û malbatên wan kamp tên çêkirin û polîtîkaya guherandina demografiyê didome. -
Dayîkên Şehîdan ên Kobanê 15’ê Tebaxê silav kirin
Dayîkên Şehîdan ên Kobanê, pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û got, “Em ê alayên şehîdên li ser fikrên Rêber Apo hildin jor.” -
Êrîşî wesayîta Hevserokê Komîteya Çandiniyê hate kirin
Li Dêrazorê bi bombeyan êrîşî wesayîta Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê Mihemed Evdilezîz hate kirin. Evdilezîz birîndar bû. -
Li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê 182 kes bi vîrûsa koronayê ketine
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11 kesên din bi şewba vîrûsa Koronayê ketine, li gel vê hejmara kesên pêketî gihişte 182’an. -
Şaredariya kampa Serdem di dema pandemiyê de jî li ser kar e
Şewba korona ya ku li hemû cîhanê belav bû, dema ku ev nexweşî belav bû hemû kar hate sekinandin, lê Şeredarî û nexweşxane li Şehbayê bê ku rawestin her li ser kar bûn. -
Dewleta Tirk li Efrînê Êzîdiyek qetil kir
Çeteyên Tirkiyê, li Efrînê Nûrî Cûmbûr Şeref ê Êzîdî qetil kir. -
YPJ: Yekbûna gelan, temînata paşeroja azad e
"Çawa ku çeteyên DAÎŞ'ê bûn sembola hovîtiya herî mezin, rizgariya ku li Minbicê jî di şexsê jinan de pêk hat, bû navê henaseya azadiya gelan. Ruhê yekîtiya ku vê serketinê bi xwe re anî di şexsê gelê herêmê de veguheriya serketina azadiyê." -
Dêra Zor, petrol û karên MÎT-Mûhaberatê
Şêniyên Dêra Zorê di dîroka xwe de ne bi Osmaniya ne jî bi rejîma Baasê re bûne yek. Modela ku li avaniya wan a civakî tê, rêveberiya xweser e. Şêniyên vê herêmê niha di hedefa Tirkiye û rejîmê de ne. -
Eşîra Igêdat peyamên yekîtî û bihevre bûnê dan
Rûspiyên eşîra Igêdat ên li Dêra Zorê hatin ba hev gotin: “Divê eşîr li dijî dijmin bibin yek û ji bo Sûriyeke nû bê avakirin xizmetê bikin.” peyamên yekîtî û bihevre bûnê dan. -
Ji bo Şehîdên Rojava malpera înternetê hate amadekirin
Ji bo şervanên YPG-YPJ û QSD'ê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava neh salan de di şer de şehîd bûn malpereke înternetê hate amadekirin. -
Plana ji 3 qonaxan: Ji Kurd û Ereban xalî bike, bike Tirk
Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya "Ji Kurdan û Ereban xalî bike, piştre bike Tirk" a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Gotina "Ji her kesên ku dibêjin 'Ez Tirk im, Tirkmen im' re wê welatiya Tirk bê dayin' a Çavûşoglû, mikurhatina li vê yekê ye. -
Li Dêra Zorê şaneyeke ya DAÎŞ’ê hate girtin
Şervanên QSD’ê li herêma Bîsera ya li Rojhilatê Dêra Zorê, şaneyeke ya DAÎŞ’êgirin.