‘Wê xebatên hevpar bidome’

Rayedarên QSD û Koalîsyona Navneteweyî derbarê bidawîbûna qonaxa duyemîn a li bejahiya Dêrazor û Hesekê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Daxuyaniya Çapemeniyê li baregeha leşkerî ya li bajarokê Rimêlan hate lidarxistin. Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah, berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel, bi navê Koalîsyona Navnetewî mîralayî Myles B. Caggins û bi dehan dezgehên ragihandinê yên herêmî û cîhanê di daxuyaniyê de amade bûn..

Di kongreyê de Lîlwa Abdullah bi xêrhatina rojnamevanan kir û got:"Beriya em daxuyaniyê bidin em ê plaketekê diyarî fermandariya jin a di nava hêzên Koalîsyona Navneteweyî de bikin."

Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah diyar kir ku Pêngava Tinekirina Terorê encamên erênî têkbirina şaneyên veşartî yê girêdayî DAIŞ'ê de li Dêrazor û Hesekê jî bi xwe re anîn.

Piştre jî berdevkê QSD'ê Kîno Gabrîel, bi xêrhatina rojnamevan, mêvan , fermandarê koalîsyonê Mike Keynes û fermandarên jin ên di nava koalsîyonê de kir.

Kîno Gabrîel, îşaret bi xebata û koordîneya hevpar a di navbera QSD û Koalîsyona Navnetewî de kir û diyar kir ku ev koorînde hîna di aliyê desteka leşkerî, lojîstîk û veguhestina agahiyên îstîxbaratê de berdewam e.

Her wiha destnîşan kir ku hêzên koalîsyonê desteka aborî û xizmetguzarî dide meclisên herêmî, bi taybet herêmên ku nû hatine rizgarkirin.

Kîno Gabrîel bi domdarî got: "Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş ji gelek aliyan ve tên kirin. Ji ber vê em bi koalîsyonê re koordîne dikin da ku DAIŞ'ê tine bikin û di her aliyan de destekê bidin herêmê. Nemaze ku gelek alî hewl didin ewlehiya herêmê xirab bikin."

Gabrîel bal kişand ser ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re li ser esasê aştiya navxweyî, jiyana hevbeş dijîn û li hemberî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê disekinin.

Berdevkê QSD'ê, diyar kir ku dewleta Tirk agirbesta ku di 17'ê Cotmeha 2019'an de bi Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re îmze kiribû ya piştî êrişên li ser Serêknaiyê û Girê Spî binpê dike û li gorî banga Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê ya ji ber pandemiya vîrusa Koronayê tevnagere.

Kîno Gabrîel bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî binpêkiririnên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rola xwe bi cih bînin da ku bighêjin lihevkirinekê di navbera hêzên bi nakok li Sûriyeyê.

Myles Cagins jî got: "Di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Koalîsyona Navnetewî de hevbendiyeke hevpar di şerê li dijî DAIŞ û terorê de heye. Di pêngavên tunekirina DAIŞ û terorê de me serkeftinên mezin bi dest xistin, lê xeteriya DAIŞ'ê hîna jî heye."

General Myles Caggins got, hebûna wî ya li baregehê vê dide nîşandan ku Hêzên Koalîsyona Navnetewî ne tenê ji bo tunekirina DAIŞ'ê li vir e, lê belê ji bo destek û alîkariyê pêşkêşî herêmên rizgarkirî bike û diyar kir: "Hêzên koalîsyonê ber bi herêmên rojhilat ê Dêrazor û Hesekê ve çû. Beriya wê li Reqayê bû û xebatên paqijkirina herêmê ji DAIŞ û şaneyên veşartî dimeşand. Bi baregehên xwe yên li herêmê re em bi Hêzên Sûriya Demokratîk re koordîne dikin, agahiyên îstîxbaratî û derbeyên asîmanî vediguhêzin. Em ê desteka Hêzên Sûriya Demokratîk bikin û xebata hevpar bidomînin."

Caggins her wiha got: "Li cem şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk pisportî û tecrûbe li dijî DAIŞ'ê hene. Koalîsyona Navnetewî bi pisporên xwe hemû destek û derfetan didin Hêzên Sûriya Demokratîk ya ku herî girîng di şerê li dijî DAIŞ' de ye."