HRE: Li Efrîn û Ezazê 4 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku li Efrîn û Ezazê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, di çalakiyan de 4 dagirker hatine kuştin.

HRE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 13 û 20'ê Tîrmehê de wan li Efrîn û Ezaz ên dagirkirî li dagirkeran xistine.

Li gorî daxuyaniyê, di her çalakiyan de herî kêm 4 dagirker hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HRE'yê wiha ye:

"Di roja 13'ê Tîrmehê hêzên me li gundê Sarîncekê yê navçeya Bilbilê li hemberî navendeke çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê çeteyan hinek gundî girtin û êşkence li wan kir.

Di roja 20'ê Tîrmehê hêzên me li bajarê Ezazê çalakiyeke sekvanî li dar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyekî bi navê Osama Hadme yê girêdayî koma Sultan Murad hat kuştin.

Bi giştî di van her du çalakiyan de 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn."