Bi nêrîna rojnamevanan Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê

Rojnamevan Gulan Botan a ku ji bo şopandina geşedanên Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hatibû herêmê, qala Şoreşa Rojava kir.

Rojnamevan Gulan Botan a ku ji bo şopandina geşedanên Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê hatibû herêmê, qala çavdêriyên xwe yên li ser Şoreşa Rojava û herêmê kir.

Rojnamevan Botan Gulan diyar kir ku ew di dawiya sala 2015’an de hatiye qada Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ku, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek hebû, wekî hemû rojnamevanan min jî geşedanên li vir dişopand. Ji ber ku Şoreşa Rojava wekî Şoreşa Jinan hatibû pênasekirin, vî tiştî meraqa min zêde kir. Li vê derê şoreşek pêk dihat û heqîqetek hebû, min jî dixwest werin vê derê vî tiştî bi çavê serê xwe bibînim. Bi meraqa ‘Gelo şoreşek bi pêşengiya jinan dikare pêk were? Jin dikarin pêşengtiyê ji vî tiştî re bikin? Jin pêşengiyê dikin’ ez hatim Rojava. Dema ez hatim navenda Kobanê hatibû rizgarkirin, Pêngaa Tişrînê li ber bidawîbûnê bû. Dema ku ez hatim Rojava min dît ji biçûkan heta mezinan her kes xwedî li vê şoreşê derdikevin. Ligel ku civakên cihê bûn zimanekî hevpar ava bû. Zimanê hevpar jî lêgerîna demokrasî û azadiyê bû. Lêgerîna afirandina hêviyê ya ji aliyê gelên vir bala min dikişand. Gelên cihê bi hev re şoreş dikirin, ligel ku cudahî hebûn jî bi hev re dixwestin tiştekî ava bikin. Li cihên ku hatibûn azadkirin jin dihatin ba hev û hewl didan ji bo xwe û zarokên xwe tiştekî bikin.

Gelekî bala min kişand ku şervanên YPG û YPJ’ê ji bo civaka xwe dibûn şervan. Sermesele jineke ji Kobanê hatibû di vî şerî de cih girtibû û hesta wê ya azadkirina wê derê. Li qadên wekî Reqa û Dêrazorê min li gelek qadan dît. Herî dawîn jî ez tevlî Pêngava Dêrazorê bûm.Me digot qey Kobanê cihekî sembolîk e, ji ber wê jin tên vê derê lê me dît ku jin tên vir jî. Li ba wan jî heyecanek ava dibû. Li qadên din jî mirov vî tiştî dibîne. Keç û dayikek bi hev re tevlî nav têkoşînê dibin, radihêlin çekê û tên axa xwe rizgar dikin. Piştî ku axa xwe rizgar dikin, li wê derê jiyaneke nû ava dikin. Ji dêvila ku bireve biçe derekê, li ser axa xwe şer dike.”

Rojnamevan Gulan Botan çavdêriyên xwe wisa domand, “Dema em li dîroka şoreşan dinihêrin, bi piştgiriya dewletan artêş dikevin wê derê û cihekî azad dikin, piştre civak diçin li wir dijîn. Li Rojava wisa pêk nehat. Jin di dilê vê şoreşê de cih girtin. Ji ber vê jî Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e. Me ev tişt bi çavê xwe dît. Dema em çûn kîjan qadê me li wê derê têkoşîna jinan dît. Mirov dibîne ku ev qîrîna jinê ye. Ji ber vê jî ne bi tenê jinên Kurd, jinên herêmê jî berê xwe didin şoreşê. Ji ber ku ev şoreş bi dil û çavê jinan pêk tê. Ji gelek deran jinên enternasyonal tên. Dema em li şehîdên şoreşê binihêrin jî mirov dikare vî tiştî bibîne. Li qadên leşkerî, siyasî, ekonomîk, civakî, rêxistinê, ewlekariyê de em îradeya jinan dibînin. Ji ber vê jî Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye.Jixwe yek ji sembola mezin a Şoreşa Rojava jî şewitandina çarşefê reş bû. Sermesele li ser fikra Rêber Apo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gundekî jinan hate avakirin. Jinan ev der bi fikra xwe ava kirin û her jin dikare biçe li wê derê cih bigire. Gundê Jinwarê hate avakirin. Ev jî diyar dike ku jin di şoreşê de çiqasî dikare xwe rêxistin bike.

Botan bi berdewamî behsa jineke bi navê Viyan a 16 salî kir, ku digiriya. Botan got dema ku ew çûne cem her kes dest bi ken kiriye û ew jî şaş mane ji ber ku ew dikeniyan, piştre dema ku fêhm dikin ku ew jina 16 salî hem ji bo ku birîndar bûye û hem jî ji bo ku ciwan e xwestine ku wê ji qada şer dûr bigirin ew digiriya û ve bandor lê kiriye.

Botan behsa dayika Şehîd Tolhilan kiriye ku dixwest hînî Kurdî bibe û piştre dema ku bûye mamosteya Kurdî vê bandor lê kiriye.

Botan diyar kir ew li Bakur-Rojhilatê Sûriyê li gelek qadên şer maye, têkilî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê got, ''Hem ji bo xwerêxistiniya gelê Efrînê ditirsiya, hem ji bo ku jê nexweş bû ku gel bi vîna xwe li ser piyan bimîne û rengê jinê hebe dewleta Tirk bi çeteyên DAÎŞ'ê re êrîş aniye ser Efrînê û li Serêkaniyê û Girê jî her wiha.''

Botan behsa êrîşên Tirk ên li ser nûçegihanan kir, nûçegihanên ku li Serêkaniyê û Girê Spî di êrîşên Tirk de şehîd bûne, Dilovan, Mihemed û Seed bibîr anî û got, ''Ji ber ku heqîqet danîn holê ew kirine hedef. Ji ber vê me dikin heedef. Dewleta Tirk herî pir ji ber vê sedemê dixwaze sînoran biparêze. Bi dîwaran dixwaze sînor deyne, dixwaze şoreşa vir neçe ser xaka Bakurê Kurdistanê. Lê şoreş geşedaneke zihnî û îradî ye. Helbet wê biherike.''

Nûçegihan Gulan Botan herî got ew xebatên xwe didomînin, wê bidomînin jî lê qada navnetewî çavê xwe ji vê neheqiyê re digire û bang li hemû nûçegihanên cîhanê kir, bang li mirovên ku bi rastî dilxwazên azadî û demokrasiyê ne kir ku serê xwe li ber neheqiyê netewînin.