Li Dêra Zorê serokê eşîrekê hate kuştin

Li navçeya Bûseyra ya Dêra Zorê serokê eşîrekê di êrîşa ber derê malê de jiyana xwe ji dest da.

Kesê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da rûspiyê eşîra Egêdad ê yek ji eşîrên herî qelebalix ên Dêra Zorê Suleyman El-Kessar e.

Êrîş di saetên sibê de li pêşiya mala El Kessar a li navçeya Bûseyra pêk hat.

Çavkaniyê herêmî ragihandin ku, du kesên li ser motorsiklêtê êrîşî El Kessar kirine.

Di êrîşê de kurê Kessar ê navê wî nehate zanîn jî birîndar bûye.

Guman heye ku êrîş ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve pêk hatibe. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrîşê ti daxuyaniyek neda.

Hedefkirina El Kasser, suîkastên salên borî ya bi hevkariya MÎT-DAÎŞ’ê pêk hatin tîne bîra mirov.

Sala 2013’an Îso Hûso, 14’ê Adara 2018’an Endamê Meclîsa Sivîl a Reqa û MSD’ê Omer Elûş, 2’yê Mijdara 2018’an ji serokê eşîra Afadla Beşîr Feysel El Hûwedî, 29’ê Kanûna 2018’an Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Mervan El Fiteyîh, di encama hevkariya Tirk-DAÎŞ’ê de hatibûn qetilkirin.