BI DÎMEN

Festîvala Çandê ya Dersimê: Li dora banga Rêber Apo bicivin!

Parlementera DEM Partî ya Dersimê Ayten Kordû ku li 15’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê axivî, bang li hemû beşên civakê kir ku li dora banga Rêber Apo bicivin û civaka demokratîk ava bikin.

15’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê ku bi dirûşmeya “Ma ne Xorasan, ma ne Tunceli! Ma Dersim me! (Em ne ji Xorasanê ne û ne jî ji Tunceliyê ne, em ji Dersimê ne), li qada Rebstockpark a Frankfurt a Elmanyayê tê lidarxistin, di roja 2’yan de bi coşekî mezin dewam dike.

Di festîvalê de ku bi armanca berxwedana li dijî asîmîlasyonê û parastina nirxên candî tê lidarxistin, tiştên aîdê çanda Dersimê, wêneyên şexsiyetên dîrokî, standên îmzeyê yêm nivîskaran û xwarinên Dersimê hatin pêşandan.

Festîvala ku bi beşdariya zêde destpê kir, di saetên siharê de piştî panela ‘’Di pirsgirêka jinan de qirkirina zayendî û baweriyê’’ bi axaftina Pîr Zeynel Kete û torena gulbang hate vekirin. Pir  Kete di axaftina xwe de îşaret bi cewhera aştiyê ya Elewitiyê kir û diyar kir ku ev nirx kevirê bingehîn ê civaka Elewî ye. Her wiha komkujiyên ku civaka Kurd û Elewiyên Kurd di tevahiya dîrokê de rûbirû mane bi bîr xist.

Festîval piştî axaftina vekirinê bi pêşandana govendê û koma muzîkê ya DAKME’yê dewam kir.

Parlementera DEM Partî ya Dersimê Ayten Kordû di festîvalê de axivî û bal kişand ser biryara fesihkirinê ya PKK’ê û diyar kir ku pêvajoyekî girîng û dîrokî ye. Ayten Kordû di dewama axaftina xwe de kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anî û wiha got: “Dersimî du ewladên xwe yên leheng winda kir. Ez du rêwiyên heqîqetê bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin.”

Ayten Kordû bi berdewamî bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk û bang li hemû beşên civakê kir ku li dora vê bangê kom bibin û civaka demokratîk ava bikin.

Ayten Kordû îşaret bi komkujiyên li ser Elewiyan ên li Dersimê kir û wiha got: “Zihniyeta komkujiya Elewiyan ku di tevahiya dîrokê de dewam kir hîna jî zindî ye.”

Piştre Şaredarê Depê Cafer Ugur axivî û diyar kir ku festîval ne tenê çalakiyekî çandî ye di heman demê de bibîrxistina êş û berxwedanên dîrokî ya Dersimê ye.

Şaredar Cafer Ugur ev bang li ciwanan kir û wiha got: “Berê xwe bidin Dersimê û li wê derê jiyan bikin. Hêvî dikin ku em bi pêvajoya nû re li Kurdistana ku komkujî û şer lê bi dawî bûne, bicivin.”

Piştî ku li ser navê Komîteya Amadekar a Festîvalê Muharrem Erdogan spasiya her kesên ku keda wan di festîvalê de çêbûye kir û spasiya girseyê kir, bername bi dawî bû.