3 jinên DAÎŞ’î yên dixwestin ji kampa Holê birevin hatin girtin
3 jinên DAÎŞ’î yên ku hewl dan tevî koma ku xwe wekî alîkariya mirovî didin nîşandan birevin, hatin girtin.
3 jinên DAÎŞ’î yên ku hewl dan tevî koma ku xwe wekî alîkariya mirovî didin nîşandan birevin, hatin girtin.
3 jinên DAÎŞ’î yên li kampa Holê bi wesayîtên weqfa alîkariyeke mirovî xwestin birevin.
Jinan hewl dan bi tankêra avê ya saziya alîkariya mirovî birevin. Jin hatin girtin. Di îfadeyên xwe de gotin ku “Tirkiyeyê ji me re pere peyda kir û rev organîze kir.”
Duh jî bi heman awayî du jinên Ozbek û Çeçen hewl dabûn bi tankêra avê birevin. Hêzên Ewlekariya Navxweyî jin qefaltin.