Dewleta Tirk li Minbicê qetlîamek din kir-NÛ BÛ

 Di topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundekên dikeve bakurê rojavayê Minbicê de, zarok jî di nav de 6 sivîl qetil kir û 6 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker gundên bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşê daxuyaniyek da ragihand ku ji gundên Şêx Nasir û Ewlaşlî ên Minbicê ku di bin dagirkeriyê de ne, gundên Wêran û Wîlanlî yên dikevin bakurê rojavayê Minbicê bi dijwarî toparan kirin.

Hate ragihandin ku di êrîşê de zarok jî di nav de 6 sivîl hatine qetilkirin û 6 jî birîndar bûne.

Navê hinek ji sivîlên ku dewleta Tirk qetil kirin wiha ne: Eliya Diyab (60), Fatime Mexlûf (35), Faris Diyab (13), Xifran Diyab(7) û Cemîle Diyab(11).

Hate ragihandin ku Mehmûd Diyab ê 7 salî û Ehmed Diyab ê 12 salî ku giran birîndar bûbûn, bi beşa nexweşxaneyê ya emelyatê de ne û rewşa wan giran e.