ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Efrînê 5 sivîlên din revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê 5 sivîl ji gundekî revand. -
Li Qamişloyê tevgera balefirên keşfê
Balafirên keşfê li ser esmanê Qamişloyê difirin. -
Hejmara nexweşên vîrûsa koronayê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde bû
Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hejmara mirovên li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine bûye 138 kes. Hate ragihandin ku yek ji nexweşan jiyana xwe ji dest daye. -
Dewleta Tirk li Girê Spî li malekê reşand: 3 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk li gundê Elî Bajliyê yê Girê Spî, ku dagir kiriye, avêt ser malekê. Di dema serdegirtinê de gule li malê reşand. Herî kêm 3 kes birîndar bûn. -
QSD: Dewleta Tirk ji bo ewlehî û aramiyê xira bike serî li her rêyê dide
Fermandariya Giştî ya QSD’ê ya têkildarî hedef kirina lîderên eşîran a li Dêra Zorê daxuyaniyek da, destnîşan kir ku fitneya dixwazin di nava eşîran de derbixin, parçeyek ji planên dem dirêj e. -
Çeteyan gule li welatiyên daxwaza heqê elektirîkê kirin, reşandin
Li gundê Elî Baciliyê welatiyên taxê ji ber daxwaz heqê elektirîkê kirin, çeteyên Ehrar El-Şerqiye gule li gel reşandin, 2 kes birîndar bûn. Li aliyê din jî heman koma çete 2 sivîl ji ber bac nedaye revandine. -
Hejmara mirovên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsê ketin bû 119 kes
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 18 kesên din ên bi vîrûsa koronayê ketine hatin tespîtkirin. Bi vî rengî hejmara nexweşên bi vîrûsê ketine bû 119 kes. Heta niha 10 kes ji nexweşiyê rehet bûne. -
Agir bi kampa Erîşa ket
Li Kampa Erîşa ya li Başûrê Hesekê ji ber teqîna ocaxeke gazê agir bi kampê ket. Di şewatê de 30 kon şewitîn û tiştek bi kesî nehat. -
Li Girê Spî cenazeyek hate dîtin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Riz ê Girê Spî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 roj berê sivîlê bi navê Abdullah Şehade revandibû. Cenazeyê Şehade îro hate dîtin. -
Eşîrên Reqayê daxuyanî dan: Em bi QSD'ê re ne
Eşîrên Reqayê têkildarî hewldana ji bo derxistina tevlîheviya li herêmê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku li dijî komployan ew bi QSD'ê re ne. -
Li Ezazê şer di navbera artêşa Tirk û çeteyên Firqet 23'ê de derket
Di saetên şevê de li gundê Sico yê Ezaz a dikeve bakurê gundewarên Helebê şer di navbera artêşa Tirk û çeteyên Firqet 23’ê de derket. -
‘Divê li dijî fîtneyê em baldar bin’
Eşîrên li herêma Tebqayê diyar kirin ku hikumeta Sûriyeyê di serî de divê li hemberî kesên dixwazin fîtneyê belav bikin, divê gel baldar be. -
Eşîretên Bakurê Sûriyeyê: Li dorî QSD’ê bibin yek
Eşîreta Berîc a bang li eşîra Igêdetê kir, li dijî êrîşên ku aramî û ewlekariya herêmê dike heddef, divê li dorî QSD’ê bibin yek,Eşîra Elî jî got: “Li dijî yên dixwazin vîna me tine bikin, em bibin gulmek ji pola.” -
Di sûîqestên Dêra Zorê de şopa rejîmê
Li pey sûîqestên dawî yên li Dêra Zorê ku van hefteyên dawî li serekeşîr û rûspiyan tê kirin, şopên cidî yên rejîma Şamê hene. Kesekî hate girtin li xwe mikur hat ku rejîmê rêxistineke kontra ava kiriye. -
Cenazeyê şehîd Îbrahîm Reşo li Minbicê spartin axê
Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Îbrahîm Reşo yê şervanê Hêzên Artêşa Şoreşger (Hêzên Ceyş El-Siwar) li Goristana şehîdan a başûrê Minbicê spartin axê. -
SÎHA’yan li Qamişlo bombe li dikanekê barand
Li Qamişloyê SÎHA’yên girêdayî dewleta Tirk bombe li cihekî taybet ê hilberandina kabloyên elektirîkê barand. -
Li Eyn Îsayê 3 qeçaxçiyên şûnwaran hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Firatê dan diyarkirin ku li Eyn Îsayê, 3 kesên ku qeçaxçîtiya şûnwaran dikirin, girtine. -
Şehîd Ehmet Hebşan hate veşartin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê yê Dêra Zorê Ehmed Hebşan li Goristana Şehîd Xedir Hemdan hate veşartin. -
Duh DAÎŞ bû, îro Tirkiye ye
Di sala 2014’an de DAÎŞ’ê dixwest Şengal û Mexmûrê ji hev belav bike. Îro jî Tirkiye û PDK eşkere vî tiştî dikin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê Eyn Îsa bombe dike
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundê Seyda û Kampa Eyn Îsayê bombe dike. Li herêmê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk difirin. -
Cenazeyê şehîd Miho li Tirbespiyê veşartin
Cenazeyê ŞEHDÎ Mihyedîn Miho (Mazlûm Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Digrê yê navçeya Tirbespiyê veşartin. -
Li Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê pêngavek nû hate destpêkirin
QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li bajarokên Şihêl û Hewayîc ên Dêra zorê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê dest bi pêngavekî hevpar kirin. -
‘Bi sûîkastan dixwazin fitneyê di nava gel de çêbikin’
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku têkildarî qetilkirina Şêxê eşîra El Igêdatê daxuyaniyek da got: “Li pey van cînayetan dijminên projeya Rêveberiya Xweser hene, dixwazin vê cînayetê jî bavêjin ser stûyê Rêveberiya Xweser û QSD’ê.” -
Dewleta Tirk bombe li gundekî Girê Spî barand
Dewleta Tirk a dagirker topbaran li gundê Evdiko yê Girê Spî kir. -
Şervanên Azerî û Ermenî yên li Rojava peyam dan
Şervanên Azarî û Ermenî yên li Rojava ‘Qirkirina ku dewleta Tirk a faşîst ku dixwazin li ser Azarbeycanê bikin’ mehkûm kir.