QSD’ê, MSD’ê û Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna mitabeqeta 10’ê Adarê civiyan

Nûnerên QSD, Rêveberiya Xweser û Konseya Demokratîk a Sûriyeyê ji bo pêkanîna mitabeqeta bi Şamê re hatine îmzekirin û nîqaşkirina ji bo mijarên hevkariya li dijî DAÎŞ’ê civiyan. Di civînê de amadekariyên konferansa neteweyî jî hate nîqaşkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku civînek asayî, bi beşdariya Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), hat lidarxistin.

Li gorî navendê, di civînê de, nîqaş li ser pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê û serokê hikumeta Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin, hat kirin. Her wiha li ser şert û mercên destpêkirina dan û standinan ji bo pêkanîna peymanê, ku hemwextî serdana şandeya Rêveberiya Xweser a Şamê ye,  ji bo destpêkirina gera yekem a diyalogê, nîqaş hat kirin.

Navendê diyar kir ku, di civînê de çawaniya yekkirina hewldanan bi Wezareta Parastinê re di şerê li dijî "DAÎŞ’ê" de, rewşên kamp û girtîgehên ku tê de bi hezaran endamên "rêxistina" terorîst hene, hatin gotûbêjkirin.

Beşdaran biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekitiya Ewropayê (YE) ya ji bo rakirina cezayan li ser Sûriyeyê silav kir û bal kişand ser girîngiya jinûve tamîrkirinê û pêşketina Sûriyeyê, ku ew ê ji bo xurtkirina ewlehî û îstîqrara wê, vegera penaber û koçberan li warên xwe bibe alîkar.

Di dawiya civînê de biryar hat dayîn ku dest bi amadekariyên lidarxistina konferansek niştîmanî ya berfireh ji bo tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were kirin, ku rêbazên pêkanîna peymana 10’ê Adarê werin nîqaşkirin.